ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2026
1 sibat, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Çilaxa anî ziman ku ew bi roj û şev parastina bajarê xwe dikin û heyanî aramî li herêmê çêbe ew ê li gel hêzên leşkerî parastina bajarê xwe bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Belavkirina alîkariya mirovî ji bo koçberên li kantona Cizîrê berdewam dike, zêdetirî 500 kamyonên ku xwarin, pêdiviyên bijîşkî, pêdiviyên zarokan, betanî, doşek û alavên germkirinê hildigirin, gihaştin bajar û bajarokên kantonê. BI WÊNE Û DÎMEN

Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê Kovan Keno da zanîn ku komployên li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê didomin û lihevkirina li Rojava ji bo rêgirtina li ber şerekî giran baş e. BI WÊNE Û DÎMEN

Ehmed Xoce diyar kir ku zêdetirî 500 hezar kes li Kobanê dijîn, divê her kes zehmetiyên gelê Kobanê bibîne û divê bi awayekî bilez dorpêç were rakirin û alîkarî bigihêje Kobanê. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyên Erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser derxistina xeteriya cîhadîst dixebite ku desthilatdariya xwe xurt bike, behsa rageşiya Amerîkayê li dijî Iranê û rewşa Ewropa kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelê bajarên Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê bi armanca piştevaniya yekitiya Kurd, berxwedana gel û şervanan li Rojava meşan li dar dixin, li Qamişloyê ji Çerxerêya Sonî ve saet 10.30ˊan, li Amûdê ji Qada Jina Azad ve saet 11.00ˊan, li Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat ve saet 11.30ˊan, li Dêrikê jî ji Qada Azadiyê ve saet 12.00ˊan, meş dest pê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN