ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2024
1 sibat, 2024   02:00

Piştî destpêkirina qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ niştecihên Kampa Holê yên ku şaneyên DAIŞ'ê li dijî wan sûc pêk anîne bi ewlebûnê hîs kir û wan banga berdewamkirina operasyonan heta bidawîkirina sûcên DAIŞ'ê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di dirêjiya dîrokê de jinên Kurd îsbat kirin ku ew xwedî îradeya xurt in ku tu carî nayê têkbirin. Şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî (Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an) a bi pêşengiya jinên Kurd berdewama wê berxwedana li dijî pergala cîhanê ya hegemonîk (pergala baviksalarî) ye.

Di nav rêyên çiyayî de di hembêza çiyayên bilind ên welatê xwe Kurdistanê de digeriye. Şervana Kurd û keça Başûrê Kurdistanê fêm kir ku berdêla azadiyê biha ye û ji mirov gelek têkoşîn, berxwedan û fedakariyê dixwaze.

Lêkolîneran diyar kir ku di navbera Îran û Tirkiyeyê de têkildarî hegemonya û kontrolkirina herêmê, rageşî heye. Her wiha destnîşan kirin ku ruxmî wê rageşiyê jî li ser gelek dosyayan li hev dikin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê li avahiya Rêveberiya Xetan a bajêr merasîma biranîna şehîd Viyan Soran li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Til Hemîsê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê semînerekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA