Li gundewarên Şamê berpirsekî koma çekdar hat kuştin

Berpirsekî koma çekdar a bi ser Hizbullah a Lubnanê ve di êrişa çekdarên nenas li gundewarên Şamê (Rîf Şam) de hat kuştin.

Li gundewarên Şamê berpirsekî koma çekdar hat kuştin
31 ÇILE, 2024   22:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku çekdarên nenas gule avêtin berpirsekî koma çekdar a girêdayî ketîbeyên Baasê û nêzî koma Hizbullah a Lubnanê.

Li gorî SOHRˊê koma çekdar li pêş mala wî berpirsî li kolana Nehir a li bajarê Nebkê li Rîf Şam êriş pêk anî û hate kuştin.

(fr)