ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 30-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 30-9-2024
30 îlon, 2024   02:00

 Kesayetên ji Hesekê yên bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyane, diyar kirin ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn e, her wiha destnîşan kirin ku ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî divê têkoşîn bê mezinkirin.

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê her sal mela Ebdurehman El Temûqî bi bîr tînin û rastiya kesayetên olî yên mîna wan radigihînin nifşên din.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê Ebduselam Ehmed da zanîn ku hejmara welatiyên herêmê yên ku dixwazin ji Lubnanê derkevin û vegerin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe. Di heman demê de aşkera kir ku ew wesayîtên veguhastinê ji wan re peyda dikin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya bajarê Dêrikê Nofa Elî diyar kir ku rêya çareseriyê pirsgirêkên civakê û jinan jineolojî ye, lew ra  Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan û civakê jineolojî pêşkêş kir.

Di çarçoveya xebatên Navenda Çand û Hunerê yên pêşxistina behreyên zarokan de, li Rimêlanê zêdetirî 3 mehan 16 zarok fêrî wênesaziyê bûn.

Xelkê bajarê Hesekê sersaxiyê dide malbatên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê di salvegera 13ʹemîn a şehadeta fermandar Rustem Cûdî de li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê merasîma bîranînê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ji bo şehîdên mehên Tebax û Îlonê li hola Navenda Çand û Hunerê merasîma bîranînê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Bajarê Çilaxa li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li hola Navenda Çand û Hunerê civînekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Bajarê Tirbespiyê têkildarî komploya navneteweyî li kluba turîzmê ya bajêr civînekê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Diyar Xerîb li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)