Balafireke bêmirov di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de nuqteyek bombebaran kir

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker di navbera bajarên Amûdê û Dirbêsiyê de nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kir.

Balafireke bêmirov di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de nuqteyek bombebaran kir
29 îlon, 2024   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Keramê yê di navbera bajarên Amûdê û Dirbêsiyê de nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê bombebaran kir.

Her wiha hat ragihandin ku di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûne.

(fr)