ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 29-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 29-9-2024
29 îlon, 2024   02:00

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku ew ê li hember sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bê deng nemînin û got "Em ji bo Rêbertî şehîdan bidin jî em ne poşman in."

Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem diyar kir ku armanca zanista jineolojiyê avakirina têkiliyên xurt û berfireh bi jinan re û keşfkirina tecrubeyên wan e da ku eniyeke xurt a jinan ava bikin.

Şêniyên gundên bajarê Holê yê li başûrê Hesekê xaniyên xwe bi madeyeke reş ku wek "kilsa reş" nav dikin, diseyînin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şîrovekirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrikê civînekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navenda Aram Dîgran ya Çand û Hunerê ya bajarê Rimêlanê têkildarî komploya navneteweyî civînekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Efrîn û Şehba li hola Mîtan a Çand û Hunerê ya bajarokê Ehdas konferansa xwe ya duyemîn li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Hesekê cenazeyên 4 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSDʹê (Merwan Ebdulezîz Oso, Omer Elî Abid, Omeran Kesar El Hesonî, Mihemed Yûnis Şemdîn) li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê oxir dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehba der barê hedefgirtina Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê li navenda xwe ya Ehdasê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqa li goristana şehîdan şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê bi bîr tîne, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi însiyatîfa Kongra Star xelkê kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Qada Jina Azad a Kobanê meşekê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehba ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê ji çerxerêya Ehdas li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)