Înîsiyatîfa 'Ji Nagihan Akarsel re Edalet': Lêgerîna me ya edaletê wê bidome

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya 'Ji Nagihan Akarsel re Edalet', diyar kir ku heta dewleta Tirk ji ber cînayetên ku kiriye neyê darizandin, lêgerîna wê ya edaletê wê bidome. Înîsiyatîfê bang li her kesî kir ku "li ser kiryarên siyasî ya van kuştinan bisekinin da ku teşwîqkarên rastî yên kuştinan bên darizandin."

Înîsiyatîfa 'Ji Nagihan Akarsel re Edalet': Lêgerîna me ya edaletê wê bidome
29 îlon, 2024   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ’Ji Nagihan Akarsel re Edalet’, têkildarî doza rojnameger, akademîsyen û aktîvîsta mafên jinan Nagihan Akarsel ku beriya du salan li Silêmanî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin, daxuyaniyek da. Înîsiyatîfê diyar kir ku her çend gelek delîl hene ku Nagihan Akarsel bi rêxistina rayedarên dewleta Tirk hatiye qetilkirin jî, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hatiye mehkûmkirin. Înîsiyatîfê diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li kuştinên din ên siyasî tu tedbîrên siyasî nehatine girtin. 

 Di daxuyaniyek bi sernavê "Heta ku dewleta Tirk ji ber cînayetên ku kiriye neyê darizandin, lêgerîna me ya edaletê"  de hate bi bîrxistin ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan a Kurd Nagihan Akarsel dema ji mala xwe derdiket li navenda bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê/Iraqê bi suîkastê hat qetilkirin. Her wiha hat bibîrixstin ku  salek piştî şehadeta wê ’Înîsiyatîfa 'Ji Nagihan Akarsel re Edalet' hat avakirin. Hate gotin sala borî zêdetirî 150 rêxistinên jinan ji hemû parzemînan û pîşeyên cuda nameyek vekirî ji NY, Konseya Ewropa û Hikûmeta Iraqê re nivîsandin û daxwaza  zelalkirina piştperdeya vê kuştina siyasî û dadgehkirina berpirsan kirin. Her wiha bang hat kirin ku pêşî li kuştinên siyasî ya jinan bê girtin û tedbîrên yasayî û siyasî werin girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Di 24’ê Kanûna 2023’an de, qatil Îsmaîl Rasîm Rifat Peker ku hemwelatiyê Tirkiyê ye, li gorî xala 2.2 ya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê ve bi îdamê hat mehkûmkirin. Lê ne ji raya giştî û ne jî malbat û xizmên Nagihan Akarsel re der   barê lêpirsîn û pêvajoya dadgehê de agahî nehat dayîn. Bi vî awayî malbata wî ji mafê  beşdarbûna dozê bi rêya nûnertiya hiqûqî bêpar kirin. Li gorî biryara dadgehê û agahiyên ji çapemeniyê hatin girtin, Îsmaîl Peker beriya niha li Tirkiyeyê bi hinceta ku di Kanûna 2017’an de bi satûrê êrişî jinekê kiriye hatiye girtin. Peker tevî ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî 4 sal û 2 mehan di sala 2022'an de hat berdan. Îsmaîl Peker piştî qetilkirina Nagihan Akarsel, di daxuyaniyên xwe yên ji rayedarên

Başûrê Kurdistanê re li xwe mikur hat ku di dema girtina wî ya li Tirkiyeyê de, ji aliyê  'rayedarekî dewleta Tirk' ve ji bo kuştina Nagihan Akarsel biçe Silêmaniyê û pere jî jê re hatiye dayîn. Wî destnîşan kir ku di dema plansazkirin û pêkanîna vê cînayetê de ji aliyê  endamên MÎT'ê ve ve hatiye birêvebirin û di dema ku li Silêmaniyê maye jî bi wî re di nava

danûstandinê de bûye. Ji bo ku sûc bike çek dane wî. Rastiya ku Peker di MÎT'ê de dixebitî, bi daxuyaniya Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Alî Riza Guney jî ku çend roj piştî qetilkirina Nagihan Akarsel hat qetilkirin hat piştrastkirin. Tevî ku gelek şahid û delîl hebûn ku rayedarên dewleta Tirk qetilkirina Nagihan Akarsel  organîze kirine û gelek kes tevlî sûcê bûne jî, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hat mehkûmkirin.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, ne tenê ji bo pêşîgirtina li kuştinên siyasî yên din ti

tedbîrên siyasî nehatine girtin, lê belê heta niha jî der barê teşwîqkarên kuştinê yan jî

hevkarên din de jî ti tedbîrên hiqûqî nehatine girtin. Nûnera Rêveberiya Yekitiya Ewropayê ya Karûbarên Derve li Iraq, Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di bersiva nameya me ya sala borî de wiha got: ‘’Yekitiya Ewropayê li Hewlêrê li  ser şopandina pirs û lêkolînên cuda yên derbarê vê kuştinê de dewam dike’’. Lê xuya dike ku  ji bo parastina jiyan û azadiya ramana parêzvanên mafên jinên Kurd ti tedbîr nehatine girtin. Berevajî vê, helwesta Herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê, nebûna mueyîdeyên mekanîzmayên hiqûqa mafên mirovan ên navneteweyî û bêhelwestiya siyasî ya saziyên navneteweyî, hikûmeta AKP-MHP’ê re cesaret dide da ku li Tirkiyeyê û dervayî Tirkiyê kuştinên siyasetmedar, pêşeng û rojnamegerên Kurd zêde bike. Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê, bi êrişa hewayî ya bêmirov qetilkirina Zeyneb Saroxan di 22’ê Îlona 2022'an de li qada Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyêye, qetilkirina Emîne Kara ya 23 salî li Parîsê, di 20’ê Hezîrana  2023'an bi êrişa hewayî ya bêmirov a artêşa Tirk a li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina Leyman Şiwêş û Yuşra Derwîş û qetilkirina Firyal  Silêman Xalid li Kerkûkê / Başûrê Kurdistan-Iraq di 18'ê Çileya 2024'an de, herî dawî di 23’yê Tebaxa 2024’an de li bajarê Silêmanî yê Herêma Başûrê Kurdistanê ya Iraqê, balafireke bêmirov a artêşa Tirk wesayîta ku rojnamevanên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn tê de  bûn kir hedef û qetilkir. Piştî operasyonên qirkirinê yên Saddam Huseyîn ên 'Enfal'ê, niha jî

artêşa Tirk li heman herêmên Başûrê Kurdistanê gundên Kurdan û Suryaniyan bombe dike û vala dike, daristanan dişewitîne û sivîlan -zilam, jin û zarok- qetil dike. Ji sala 2023’an heta

Tîrmeha 2024’an li xaka Başûrê Kurdistanê 4 jê zarok bi giştî 30 sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve

hatin qetilkirin."

Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewropayê û saziyên Neteweyên Yekbûyî û welatên endam dikin ku ji bo pêşî li binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê bê girtin û ji bo kesên ku rastî van cînayetên siyasî hatine kirin rastî cezayên siyasî û hiqûqî bên, tedbîrên lezgîn û bi bandor bigirin.

Di daxuyaniyê de ji bo ku Nagihan Akarsel û hemû jinên din ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, edalet pêk were û pêşî li kuştina jinan bê girtin, bang li rojnameger, akademîsyen, hunermend, rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan ên herêmî û navneteweyî dikin ku bi rêya çapemeniyê, bi weşan, gotar û çalakiyên curbecur li ser kiryarên siyasî ya van kuştinan bisekînin da ku teşwîqkarên rastî yên kuştinan bên darizandin."

Înîsiyatafê daxwazên xwe yên ji bo parastina jiyan û mafên parêzvanên mafên jinên

Kurd û rojnamevanan dubare dikirin:

•" Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbarên ku di kuştina Nagihan Akarsel û hemû berpirsên

kuştinên din ên bê dadwer û her wiha kesên tevlî van suîkastan bûne de.

• Girtina qada asîmanî ya Iraq û Sûriyê li ber hêzên asîmanê yên Tirkiyê, di nav de balafirên

bêmirov ên çekdar û bêçek (balafirên bêmirov).

 • Bang li Tirkiyê kir ku dawî li êrîş, polîtîkayên dagirkeriyê, şer û kuştinên sîstematîk ên li dijî

gel û parêzvanên mafên jinan ên li her herêmeke Kurdistanê, bi taybet li xaka Iraqê û Bakur û

Rojhilatê Sûriyê bîne.

• Di nav de Erdogan û hikumeta AKP- MHP’ê, kesên sûcên şer, sûcên dermirovî û qetilkirina jinan dikin li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin."

(bb)