ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 29-06-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 29-06-2025
29 hezîran, 2025   02:00

Di ser şoreşa yekem a Kurdan ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe de 100 sal derbas bûn.  Rêber Abdullah Ocalan bangek ji bo "Aştî û Civakek Demokratîk" kir, û li ser navê bi mîlyonan gelê xwe destê aştiyê da dewleta Tirk. Gelo Tirkiye dê vê kêliya dîrokî binirixîne? Gelo xwîna hatiye rijandin dê bibe ximava nivîsandina destûrek nû ku Kurdan nas dike û dawî li sedsala înkarkirinê bîne? BI WÊNE

Şahidên Efrînê yên ku êşên rojane û mezinahiya trajediyê dikişînin, zêde dibin. Hîna bûyerên gef, qetilkirin û texrîbê li Efrînê didomin. Çeteyan di bin gefa çekê de jinek bi darê zorê ji mal û nava jêdera rizqa wê bi der xist. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de diyar kirin ku êrişa xwekujî ya li dijî Dêra Mar Îlyas  a li Şamê qonaxeke girîng e ku ji nû ve pirsa jiyana hevbeş radixe holê. Rojnameyên bal kişand ser agirbesta bi navbeynkariya Trumpê ya di navbera Îsraîl û Îranê de. BI WÊNE

Berdevka Meclisa Reqa ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa banga Rêber Abdullah Ocalan wekî zemîneke realist a avakirina aştiyeke mayînde nirxand û got, tecrîd li pêşiya hewldanên pêkanîna aştiyê dibin asteng. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber guherînên avhewayê û hişkesaliyê, mêşvanê bi navê Tahir Umer di du salên borî de 200 kewarên mêşhungivan ji dest dan, lê ew bi birayar e ku pîşeya ji malbata xwe wergirtiye biparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê amadekariyên Mîhrîcana 6’an a Aştiyê ya Zarokan ber bi dawiyê ve birin. Çaverê ye 550 zarok tev li mîhrîcanê bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şehîd Sultan Ziyab El Hemod li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê vedide, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk ji bo bîranîna Şêx Seîd Pîran û hevrêyn wî, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê çalakiyekê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo bibîrana şehîd Zîlan li hola civînan a 8’ê Adarê civînekê organîze dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê sersaxiyê ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebduselam Ehmed dixwaze û merasîmeke xiyabî ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Sîpan Hêvî li taxa Hilko li dar dixe, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN