Bi gotinên Rêber Apo jinên li Helebê çalakiyek li dar xist

Jinên ji taxa Eşrefiyê ya Helebê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek li dar xist. Jinan li kêlek wêneyên Rêber Apo gotinên ku bandoreke mezin li wan kiriye, nivîsandin.

28 hezîran, 2025   23:45
HELEB

Însiyatîfa Jinan a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Helebê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de gotinên Rêber Apo yên bibandor hatin gotin û şîrovekirin.

Çalakî li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê hat lidraxistin. Di çalakiyê de 11 jinan ku gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên bandor li wan kirine û li kêleke wêneya Rêbertî nivîsandine, beşdar bûn.

Ji wan gotinan:

"Zeyneb Pêşenga min e"

Emîre Mihemed ev gotin nivîsand û bi wê yekê îşaretê bi fedekariyên şehîd Zîlan û çalakiya wê ya fedaî ya ji bo bersivdana hewldana qetilkirina Rêber Abdullah Ocalan di 1996’an de, dike.

"Jin bedew in, bedewiyê nekujin…jin jiyan e, jiyanê nekujin"

 Meys Şaşo ev gotin hilbijart û bi wê yekê diyar dike ku bedewbûna di fikra Rêber Abdullah Ocalan de bi hebûna jinê, vîna wê ya azad, bi xwaza û jiyanê ve tê girêdan.

"Şoreş bi zihniyetê dest pê dike ne bi tifingê"

Rama Ebas ev gotin hilbijart. Rama diyar dike ku Rêber Abdullah Ocalan dibîne ku guhertina rastîn bi rizgarkirina fikir û diyalogê dest pê dike, ne bi bikaranîna tundiyê.

"Bêrîtan meşaleya berxwedana jinan bû"

Şêraz Silêman bi Kurdî ev gotin nivîsand û diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan Bêrîtan weke sembola fedaîtiya jinan û têkoşîna wê heta roja îro destnîşan kir.

"Jin û malbat"

Fatme Mihemed ev gotin nivîsand û anî ziman ku Rêber Apo hêza jin bi şiyana wê ya birêvebirina malbatê û civakê bi hev re nîşan dide û ew yek di modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pratîze dibe.

"Jin-jiyan-azadî"

Zekiye Mihemed ev gotin hilbijat û destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi gotinê teqez kir ku azadiya civakan bi rizgarkirina jinê dest pê dike, ku êdî piştî şehîdbûna Jîna Emînî bûye diruşmayek cîhanî.

Çalakî bi diruşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA