ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 28-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 28-9-2024
28 îlon, 2024   02:00

Şêniyên li Minbicê diyar kir ku bêdengiya rêxistinên mafên mirovan dihêle ku dewleta Tirk pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Deniz Firat diyar kir ku pêwîstî bi şoreşeke zanistî, bîrdozî û civakê heye ku xwe bispêre bingehên dîrokî û çandî yên berxwedana jinan a li hemberî pergala baviksalar a serdest.

Rojnamevan Hesna Mihemed destnîşan kir ku hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li gundê Kaxirê, parçeyekî siyaseta li dijî îradeya gel û jinan e. Hesnayê got mezinkirina têkoşînê dê dawî li wan kiryaran bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevka Akademiya Jineoljî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zehrîban Hisên da zanîn ku di encamnameya Konferansa 2'yemîn a Jineolojî de girîngî ji bo belavkirin û vejandina jineolojî li deverên ku hîn negihîştiye wan hat dayîn.

Li bajarê Kobanê amadekariyên Festîvala 3'yemîn a Şanoyê ya Arîn Keziyên Aştiyê dest pê kirin. Festîval ê di destpêka Cotmeha bê de were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Helebê têkildarî sûcên li dijî jinan paneleke diyalogê bi dirûşma "Jin mexdûra şer û namûsê ye… bêdengî hevkparî ye" kafeteriya Lîlûn a li taxa Eşrefiye ya Helebê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)