‘Pêwîstî bi şoreşeke zanistî, bîrdozî û civakî ya li ser bingehê jineolojiyê heye’

Deniz Firat diyar kir ku pêwîstî bi şoreşeke zanistî, bîrdozî û civakê heye ku xwe bispêre bingehên dîrokî û çandî yên berxwedana jinan a li hemberî pergala baviksalar a serdest.

‘Pêwîstî bi şoreşeke zanistî, bîrdozî û civakî ya li ser bingehê jineolojiyê heye’
28 îlon, 2024   04:10
HESEKÊ

25 û 26’ê Îlonê konferansa 2’yemîn a Akademiya Jineolojiya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Rêvebera Akademiya Jineolojiya Deniz Firat têkildarî girîngiya jineolojiyê ji ajansa me re axivî.

Deniz Firatê Şoreşa 19’ê Tîrmehê 2012’an li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir wekî bûyereke dîrokî nirxand û got: "Ev şoreş ji yên berê cuda ye. Cudahî ew e ku jin di tevahî qadan; siyasî, leşkerî, civakî û çandî de pêşengiyê dike."

Deniz bal kişand ser girîngî û rola jineolojiyê di pêşxistina armancên şoreşa jinan de û wiha axivî: "Jineolojiyê zanistek ku guhertina zihniyet baviksalar a ku li ser civakê serwer e armanc dike û hewl dide pergaleke demokratîk a ekolojîk û azadiya jin di civakê de ava bike."

Deniz îşaret pê kir ku di encamên lêkolîn û analîzên jineolojîk ên li ser rewşa jin û malbatê de derket holê ku pêwîstiyeke lezgîn bi şoreşeke zanistî, fikrî û civakî heye ku xwe bispêre bingehên dîrokî çanda berxwedanê ya jinan a li dijî pergala kapîtalîst û zihniyeta baviksalar.

Deniz da zanîn ku her şoreşeke civakî, siyasî û çandî li gorî pêkhatina xwe ya erdîngarî çêdibe û wiha domand "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  li ser kola xwe ya zindî ya şoreşa çandî ya bi pêşengiya jinan xwe ava dike. Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe di vê zanistê de dibîne û wekî xeta têkoşînê û jiyana azad dibîne.

Deniz Firat diyar kir ku jineolojiyê hewl dide azadiya jin û mêran pêk bîne û rihê civakî pêş bixe û got: "Hevjiyana azad tê wateya ku jin û mêr bighêjin asteke wekhev a azadî û demokrasiyê."

Rêvebera Akademiya Jinelojiya Deniz Firat da zanîn ku ya dê wekheviya her du zayendan pêk bîne pêşxistina rêgezên hevjiyana azad û avakirina civakeke demokratîk e.

Her wiha diyar kir ku pergala hevserokatiyê dikare qalibên klasîk û pîvanên ferdî bişikîne û jiyana hevbeş bi pêş bixe.

(bb)

ANHA