ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 23-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 23-7-2025
23 tîrmeh, 2025   02:00

Di nava 3 mehên dawîn de dewleta Tirk a dagirker 18 hezar û 235 êrişên hewayî û yên bejahî pêk anîn, tevî ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di 1’ê Adarê de agirbest ragihand û 11`ê Tîrmehê komeke gerîlayan çekên xwe şewitandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên Tirbespiyê daxwaz kir ku di demeke nêz de bi Rêber Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin û daxwaza azadiya wî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê hevserokên Partiya Sûriya Pêşerojê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku ji siyaseta çewisandin û paşguhkirinê dûr bikeve û got "Nenavendîbûna siyasî çareya herî guncaw ji bo Sûriyeya nû ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Komîteya Têkilî û Îtifaqê Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed der barê binpêkirinên li Siwêdayê yên li dijî jinan û gel tên kirin de wiha got: “Ji ber ku sûcdarên li perava Sûriyeyê komkujî pêk anîn nehatin darizandin, îro heman kes li Siwêdayê heman sûcan dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hayil El Helûş di zaroktiya xwe de ji her du çavên xwe bûye, lê bi rêya hûnandina helbestan êş û derdên xwe û yên civakê vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisên bajarên Holê û Til Birakê ji bo nirxandina geşedanên dawîn ên siyasî 2 civînên cuda li dar dixin set di 10:30`an de.

Mala Êzidî ya bajarê Tirbespiyê têkildarî komkujiya Şengalê semînerek li avahiya xwe ya li bajêr dide saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)