Amerîka wê navbeynkariya Îsraîl û Sûriyeyê bike

Rayedareke Amerîkî ragihand ku wê Amerîka 24’ê Tîrmehê ji bo hevdîtineke di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de pêk were navbeynkariyê bike.

Amerîka wê navbeynkariya Îsraîl û Sûriyeyê bike
22 tîrmeh, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Amerîka bi rayedarên asta jor a Îsraîl û Sûriye li xwe digirin wê 24’ê Tîrmehê li ser bûyerên li Başûrê Sûriyeyê li ser bingehê lihevkirineke ya ewlekariyê bicive.

Li gorî rayedarê Amerîkî yê ji ‘Axios’’re axivî, ev civîn piştî bûyerên mezin ên Ii Siwêdayê ya Sûriyeyê pêk hatiye û şûnde êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê cara ewil pêk were.

Wê Nûnerê Taybet ê Amerîka Tom Barrack serokatiya civînê bike. Barrack di hefteyên dawî de navbeynkariya aliyan dike. Tê payîn ku di asta jor de ji rêveberên Îsraîl û Sûriye tevlî civînê bibin.

Hate ragihandin ku mijara esasî ya civînê têkiliyên pêşiya krîzên navbera Îsraîl û Sûriyeyê bê girtin û xurtkirina koordînasyonê be.

Heta niha nehatiye zanîn bê ka wê civîn li kûderê bê kirin.

Berî niha hevdîtinên mîna vê li Paytexta Azerbeycan Bakuyê di navbera Şêwirmendê Ewlekariya Bilind a Netewî ya Îsraîl Tzachî Hanegbî û Wezîrê Karê Derve yê Sûriye Esad El Şebanî de pêk hatibû.

(ac/şx)