Li nexweşxaneya Siwêdayê şopên êrişên dermirovî

Nexweşxaneya Siwêdayê di bin dorpêç, topbaranê, kêmbûna xebatkaran û nebûna xizmetguzariyan de rewşek trajîk dijî. Şahidan zehmetiyên xebatkarên tibî û sivîl dikişînin vegotin.

Li nexweşxaneya Siwêdayê şopên êrişên dermirovî
23 tîrmeh, 2025   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me, piştî êrişa dijwar a komên girêdayî hikumeta veguhêz li dijî bajarê Siwêdayê, rewşa karesat a li Nexweşxaneya Wetenî ya Siwêda şopand. Ev hefteya duyemîn e ku dorpêçeke giran li ser bajêr heye.

Li gorî rêveberên nexweşxaneyê, di çend rojên berê de bi sedan cenaze radestî malbatên wan hatine kirin û zêdetirî 130 cenazeyên nenas jî hene. Li nexweşxaneyê kehrebe, av, derman, pêdiviyên dermankirinê û tibî tune ne.

Karmendekî nexweşxaneyê ji ajansa me re ev tişt anî ziman: "Tiştê ku min li nexweşxaneyê dîtiye, ne noraml û mirovî ye, bi taybet tiştê bi serê zarok û jinan de hatiye kirin. Cenaze bê serî dihatin nexweşxaneyê, bi guleyên sekvanan li serê wan dane. Zarokek hîna di bîra min de ye; bi navê Ecwed El Esed ê 5 salî. Bi sekvanê ew zarok hatiye gulebarankirin, çima? Ev bûyer beşek biçûk ji rastiya ku li Siwêdayê û Cebel El Ereb bûye, ye."

Xwedekarê dibistana komputerê Nayif Kebol ku sala duyemîn dixwîne û bi awayekî xwebeş di nexweşxaneyê de kar dike beha şert û mercên xebatê yên bitirs kir û ev tişt da diyarkirin: "Em gihîştin vir, rewşa trajîdîk bû. Xebatkarên nexweşxaneyê nîn bûn. Ji ber ku di encama şehîdxistina du bijîşkan de hemû xebatkar ditirsiyan werin nexweşxaneyê. Ji lew re kêmasiyek mezin kete xebatê. Xebatkarên niha li nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyên dîtir hatine, da ku careke din nexweşxaneyê çalak bikin."

Kebol ev tişt aşkera kir: "Siwêda ji 7 rojan ve dorpêç e. Kehrebe, av û xwarin tune ye. Em di bin dorpêça dagirkeriyê de dijîn. Tiştê ku li vir diqewime ew e ku pêkhateyeke Sûriyeyî bi tevahî di bin navê komên derveyî qanûnê de ji holê rakin. Ev derewek e, em welatparêz in. Aîdiyeta me berê û hîna jî ya Sûriyeyî ye."

Xwendekar destnîşan kir ku heta nexweşxane jî hat topbarankirin û diyar kir ku "Nexweşxane bû qada şer. Top li her beşeke wê diketin. Ji ber wê hin beş ji xizmetê derketin. Di nexweşxaneyê de nexweş û birîndar hatin tesfiyekirin. Heqaret li bijîşk û hemşîreyan hat kirin. Ciwanek xwebeş di nexweşxaneyê de kar dike, ji ber gotina rast hat qetilkirin."

Di dawiyê de xwendekar û xwebeş Nayif Kebol destnîşan kir ku tiştê ku tê qewimandin, ne artêş ewlehiyê misoger dike, lê ev artêş derbasî bajêr û gundan dibe, sivîl û zarokan qetil dike. Kesên ji nexweşxaneyê re tên veguhastin, ne çekdar in, malbat bi tevahî ne, tu eleqeya van malbatan bi şer re tune ye. Ev nexweşxaneyeke mirovî ye, li vê nexweşxaneyê hem gel hem jî endamên artêşê tên dermankirin.

Digel van rewşan, daxwazên bidawîkirina dorpêçê, dabînkirina parastina nexweşxaneyê, xebatkarên tibî û sivîl zêde dibin. Ev nexweşxane bû şahidê hovantirîn sûcên mirovahî li Sûriyeyê ye.

(fr)