ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 20 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 20 - 8 - 2025
20 tebax, 2025   02:00

Şêniyên Kobanê diyar kir ku ew tev li pênvgava navneteweyî ya bi dirûşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dibin û got "Rêber Apo ji bo me fikir, felsefe, dil û giyan e, em dixwazin bi wî re hevdîtinê bikin." BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîr û kesayetn civakî yên li bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku divê hewlên ji bo çêkirina fitne û nakokiyan di navbera civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de werin pûçkirin û da zanîn ku divê tevna civakî ya Sûriyeyê were parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ajansa me 38 binpêkirinên agirbestê li başûrê Sûriyeyê ku bûn sedema zirarê giyanî û madî, şopandin. Ev rewş lawaziya peymana di navbera hikumeta veguhêz û aliyên Durzî de nîşan dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskar Diya Îskender diyar kir ku di siyasetên dewleta Tirk ên têkildarî gelê Kurd de nakokiyeke mezin heye û got di navbera daxuyaniyên wan ên fermî û siyasetên li ser erdê de cudahî heye. Îskender destnîşan kir ku di daxuyaniyên fermî de dirûşmên “biratiyê” tînin ser ziman lê li ser erdê siyasetên dijminane pêk tînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a kantona Firatê bi daxuyaniyekê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê cezayên darvekirinê yên ku desthilata Îranê li dijî çalakvanên jin ên Kurd derdixe şermezar dike (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê civîna xwe ya nîva salê li hola Yekitiya Karkeran a bajarê Rimêlanê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di çarçoveya hemleya "Ez jî dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, çalakiyekê li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo li dar dixe (14:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê HPG'ê şehîd Argeş Serhat li pakrewangeha şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin (17:30). BI WÊNE Û DÎMEN