Beriya ku tehliye bibe careke din cezayê girtinê li rojnamevanekî hate birîn

Serokê Tevgera Helwest Elî Heme Salih di derbarê dadgehkirina rojnamevan û çalakvanê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî de got: “Tişta ku li dadgehê rû dayî tiştekî plankirî bû, di rastiyê de ew ne şêwazê dadgehkirinê bû. Ji berku li dadgehê êrişê ser me kirin û li me xistin.”

Beriya ku tehliye bibe careke din cezayê girtinê li rojnamevanekî hate birîn
19 tebax, 2025   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tevgera Helwest Elî Heme Salih di derbarê dadgehkirina rojnamevan û çalakvanê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî ya li Dadgeha Kesnezan a li Hewlêrê de ji çapemeniyê re axivî.

Elî Heme Salih da diyarkirin ku Tişta ku li dadgehê rû dayî tiştekî plankirî bû û got: “Di rastiyê de ew ne şêwazê dadgehkirinê bû. Ji berku li dadgehê êrişê ser me kirin û li me xistin. Tişta heye dadgeheke siyasiye, hemû îfadeyek li dijî hevin. Ger Şêrwan gefek kiriba bê guman me dê li vir gotiba. Hêzek zêde ya ewlehiyê anîbûn ber dadgehê û êrişî ser me kirin.”

Çalakvan Amed Pîran jî li ser heman mijarê ji çapemeniyê re got: “Hêzên PDK’ê yên li ber dadgehê hatibûn bicihkirin, gefa revandinê li wan kesên ku li wê derê amade bibûn kirin. Her wiha telefonên hemûyan jê wergirtin.”

Amed Pîran da diyarkirin ku tenê daxwaza wan ji dadgehê ew bû ku destwerdana hizbî di dadgehê de neyê kirin û dadgeh serbixwe be. Amed got: “Lê li pêş deriyê dadgehê bi dadwer, hêzên ewlehiyê û hêzên zêrevanî ve gefa revandinê li me kirin. Emê niha ji vir herin, lê jiyana kes ji me parastî nîne û di metirsiyê de ye. Li parlementeran xistin, li birayê Şêrwan Şêrwanî xistin û êşandin.”