Kongreya Îslama Demokratîk Şehîdên baweriye bibîranîn

Kongreya Îslama Demokratîk şehidên ku xebatên bingehin yê ji bo İslam'a Demokratik li Bakur û Rojbilatê Suriye kirine  bi bîr anîn.

19 tebax, 2025   15:00
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna Serhat Varto, Rênas Erzurum, Ferhat Garzan,Hogir Bektaş, Seyda Mahmud û fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê bîranîn. 

Rêveber û endamên Kongreya Îslama Demokratîk, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran, bi dehan şêniyên Qamişloyê beşdarî bîranînê bûn. Li hola bîranênê wêneyên şehîdan hatin danîn û mûm li pêşiya wan hatin pêxistin.

Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mele Mihemed Xerzanî hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: “Armanca van şehîdan parastina gel bû. Bi saya ked û têkoşîna wan em hene."

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyiê Zîwar Elî jî di kesayeta van şehîdan û şehîdên tebaxê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Bi ked û berxwedana van şehîdan civak ber bi pêşketin, serkeftin û mîsogerkirina mafên xwe ve diçe. Em weke malbatên şehîdan çi ji me were xwestin em ê bikin û têkoşînê berdewam bikin."

Di bîranînê de endama Desteya Hevseroketiyê ya PYD’ê Hediye Yûsif axivî û got: “Eger em îro jiyanek mirovî û bi exlaqî dijîn û bi aramî tev digerin, bi serbestî jî nîqaşan bikin bê guman ev berhema keda şehîdan e."

Hediye Yûsif di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan jî û ev li gotinên xwe zêde kir: "Eger îro em ketin ferqa netewebûnê û armanca me diyar bû, ev jî bi saya têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan e. Ji vir heya Îmraliyê em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin û dibêjin em deynarên serokatî û şehîdan in. Erka ku dikeve ser milê me ew e ku xwedî li şehîdan derkevin û asta têkoşînê mezin bikin."

Endama rêveber a Kongra Star Jiyan Hisên jî di axaftina xwe de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û bal kişand ser rola dayikan di pêkanîna aştî, wekhevî û azadiyê de.

Peyama ku komiteya gel û baweriyan ya KCK ji aliyê Abdülkerim Saroxan ve endamê rêveber ê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan ve hate xwendin.peyama KCK’ê wiha bû "Bi sedan salan me nikarîbû li welatê xwe bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û navê Kurdistanê  hatibû qedexekirin. Lê niha bi saya keda şehîdan pirsgirêka kurdî li hemû cîhanê bûye rojevê."

Piştre jî rûspiyên eşîra El Tey, Hesen Ferhan Ebû El Tey got: “Em bi hûrmetiyek gelek mezin van şehîdan bi bîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Em hemû sûriyeyî ne, tu ferq û cudahî di navbera me de tune ye.”

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdan hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.

(ekîb/bb)

ANHA