ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 13-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 13-7-2025
13 tîrmeh, 2025   02:00

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê banga nû ya Rêber Abdullah Ocalan wek "qonaxeke dîrokî ber bi çareseriya siyasî ya demokratîk ve û nexşerêya jinûveavakirina civakekê ya bi beşdariya jinan li ser esasê edalet û wekheviyê" nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komxebatên rêxistinên jinan ên li ser pergala hevserokatiyê ku heta niha nêzî hezar û 700 kes tevlî bûne, hem tecrubeyên 12 salan nîşan dan, hem jî raxist ber çavan ku ev sîstem ji bo demokratîkbûna tevahiya Suriyeyê rêya herî rast e.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Sûriyeyê danûstandinên girîng lê ne diyarker di navbera nûnerên hikumeta veguhêz û şandeyek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hat. Banga Rêber Abdullah Ocalan a dîrokî bûye klîta bidawîkirina şerên dehsalan. Lubnan jî pêşberî  ezmûneke siyasî ya aloz e.

Çandina çewênderê (silka şekir) li kantona Reqayê nêzî 13 salan e gelekî kêm bûye, niha li şûna wê cotkar çewênderên êm diçînin. Pisporên çandiniyê dibêjin çandina çewênderên şekir jêdereke aborî ya girîng bû li herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyeyê Ciwan Siko got banga Rêber Abdullah Ocalan di demek hestiyar û dîrokî de pêk hatiye û ji bo doza gelê Kurd pêvajoyeke girîng e. Seko diyar kir ku divê rayedarên dewleta Tirk gavên cidî biavêjin da ku piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a kantona Cizîrê têkildarî kuştina jineke ciwan li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyekê dide saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Reqayê li hola Stada Beledî bi sernavê “Demokrasî, desthilat û dewletê” panelekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê ji bo şehîd Dunya Dicle (Sozdar Dilê Hesen) li pêşiya avahiya Yekitiya Karkeran a Rimêlanê merasîmeke xiyabî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Şêniyên bajarê Kobanê şehîdên Tîrmehê û şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi pêxistina mûm li ser gorên şehîdan li goristana şehîdan a şehîd Dicle bi bîr tînin saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye têkildarî berxwedana 14`ê Tîrmehê (berxwedana zindanan) li hola civînan a 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê semînerekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Aborî û Çandiniyê (Komîteya Koperatîfan) ya kantona Teqayê firina Sehlebiye li gundê Sehlebiye Xerbî vedike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)