Li Dêrikê şehîdên 14`ê Tîrmehê hatin bîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna şehîdên 14`ê Tîrmehê meşeke meşeleyan li dar xist. Di meşê de ciwanan careke din soz dan ku rêya şehîdan, têkoşîn û berxwedanê bidomînin.

Li Dêrikê şehîdên 14`ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li Dêrikê şehîdên 14`ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li Dêrikê şehîdên 14`ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li Dêrikê şehîdên 14`ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li Dêrikê şehîdên 14`ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li Dêrikê şehîdên 14`ê Tîrmehê hatin bîranîn
12 tîrmeh, 2025   23:31
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya bi dehan ciwan û jinên, bi dirûşma "Bi rihê berxwedana 14'ê Tîrmehê em ê fedayî Rêber Apo bin" meşek li dar xist.

Meş ji Qada Şehîdan ber bi Navenda şehîd Bawer ya Ciwanên Şoreşger ve dest pê kir.

Di meşê de dirûşmên "Şehîd nemir in" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin gotin û wêneyên şehîdan hatin hildan.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li Dêrikê, Egîd Efrîn axivî û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin.

Her wiha Egîd piştrast kir ku berxwedana şehîdên 14'ê Tîrmehê ji bo gelê Kurd çirûska azadiyê pêxist û gel heta ku gihîştin rêya azadiyê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna şehîdan ve girêdayî man.

Egîd di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ciwan ji bo xurtkirina ruhê girêdan û fedakariyê di nav nifşên ciwan de, bi nirxên têkoşîn û berxwedanê ve girêdayî ne.

Meş bi silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

 (ac-şx)

ANHA