ROJEVA 24- 04-2025

ROJEVA 24- 04-2025
24 nîsan, 2025   02:00

Her sal, bîranîna salvegera qirkirina Ermeniyan û komkujiyên Sêfo weke bîranîneke biêş di rûpelên dîroka gelên Xiristiyan ên li Rojhilata Navîn de cih digire. Lê ev ne tenê sekna bîranîna qurbaniyan e, ew lêdana zengilê hişyariyeke nû ye, diyar dike ku rûmeta gelan û hebûna wan ji bilî xwebirêxistinkirinê, parastina rewa û avakirina pergalên demokratîk ku edalet û pirrengiyê ava bikin, pêk naynin. Gelên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê li hember gefên dubare û xeteriyên qirkirina fîzîkî û çandî hewl didin vê yekê li ser erdê pêk bînin.

Xwînerên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku parêzname ji bo têgihîştina dozên jinan asoyên nû vedikin.

Berdevkê QSD'ê ragihand ku operasyona ewlehiyê ya li kampa Hol encamên girîng bi dest xistin û diyar kir ku  şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê hatin jihevbirin û hin çek hatin desteserkirin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Îmad Tetaryan diyar kir ku gelê Ermen ji bo ku careke din neyê qirkirin, divê birêxistinbûna xwe xurttir bike. Her wiha destnîşan kir ku dixwazin berpirsyar bên darizandin û cezakirin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Li gundê Qana yê Şedadê cotkaran dest bi berhevkirina xiyaran kirine û amadekariyên çandina bacanan dikin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Sêyemîn Festîvala Biharê ya Xwendekaran a Zanîngeha Rojava di roja duyemîn de dewam dike. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê li gundê Til Hebeşê merasîma xiyabî ya şehîdê QSD’ê Mihemed Taha li dar dixe. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Civakî ya Ermenî ya bajarê Hesekê di salvegera 110’an a komkujiyê de merasîmê bîranîna qurbaniyên komkujiya Ermenan li hola Serdemê li dar dixe. (10.30). BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca xwe bi jinan re bide naskirin, geşedanên dawîn û rola jinan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê şîrove bike, civînekê li bajarê Til Birakê re li dar dixe. Civîn li hola Meclisa Bajarê Til Birakê tê lidarxistin. (11.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Komeleya Perwerdeyê ya bajarê Şedadê li gundê Edleyê şahiyekî ji mamoste û xwendekaran re li dar dixe. (11.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê çalakiyek hunerî li Parka Şehîd Zevîn li dar dixe. (19.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Hikumiyê yê Reqayê ji bo oxirkirina şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Diyaedîn Termeş, şehîdê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Fewaz Hemade û endama Tevgera Hîlala Zêrîn Diyala Mihemed merasîm tê lidarxistin. (11.11). BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA