ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18- 7- 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18- 7- 2026
18 tîrmeh, 2026   02:00

Piştî ku rejîma Baas hilweşiya, Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest bi pêvajoyeke nû kir, anku ji têkoşîna leşkerî zêdetir dest bi têkoşîna siyasî û demokratîk kir. (BI WÊNE)

Piştî şoreşa Rojava huner bû qadeke têkoşîna jinan. Jinan ji aliyê çandî, wêjeyî û huherî ve xwe bi pêş xist. Ji komên biçûk dest pê kirin heyanî peymangeh û zanîngeh vekirin. (BI WÊNE)

Ciwanan diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve pêdivî bi rakirina tecrîdê û azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên li Kampa Waşûkanî dimînin xwest ji kampan derkevin û ewle vegerin gund û bajarê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şênî û karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel a Girkê Legê diyar kir ku paqijiya bajar ne tenê ji wan, lê ji şêniyan jî tê xwestin û got nêzîkatiyên şaş barê wan giran dikin û bandorê li tenduristiya giştî û jîngehê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)