Zêdetirî 100 hezar koçber hatine herêmên Rêveberiya Xweser

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku zêdetirî 100 hezar koçber hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şêxmûs Ehmed bang li NYˈyê kir ku destekê bide Rêveberiya Xweser û deriyê Til Koçerê vekin.

Zêdetirî 100 hezar koçber hatine herêmên Rêveberiya Xweser
5 kanûn, 2024   11:16
REQA
DÎMA MIHEMED

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Şêxmûs Ehmed diyar kir ku wan du rojên dawîn hejmarek mezin a malbatên bi darê zorê  ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê koçber bûne, pêşwazî kirin.

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku hejmara malbatên koçber ên li navendên bicihanînê yên li Reqa û Tebqayê 20 hezar derbas kiriye.

Ehmed rewşa koçberan bi "trajedîk" bi nav kir û destnîşan kir ku tevî hewldanên Rêveberiya Xweser ên bicihkirina wan lê hîna bi sedan malbat li çolan mane.

Şêxmûs Ehmed bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser zehmetî û astengiyên mezin dikişîne.

Der barê bicihkirina koçberan de Şêxmûs Ehmed ev agahî dan "Destpêkê me ew li bajarên Reqa û Tebqayê pêşwazî kirin, me bi awayekî demkî wan li dibistanên li bajar û gundewarên wê bi cih kirin. Ji ber hejmara zêde eme beşek ji wan şandin kantonên Firat û Cizîrê. Maseya Krîzê li kantona Tebqayê 235 cih ku piraniya wan dibistan in û li bajarê Reqayê 60 cih vekirine. Li her navendekê nêzî 40 mal hatine bicihkirin."

Ehmed da zanîn ku berdewama şer dibe sedema zêdebûna koçberiyê û got "Divê hemahengî bi Neteweyên Yekbûyî re were kirin da kampên taybet ji wan re çêbikin."

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku tu plana avakirina kampeke taybet ji bo koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê tune ye.

Şêxmûs Ehmed spasiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku pêşwaziya koçberan kiriye û destekê pêşkêşî wan dike.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan Şêxmûs Ehmed bang li rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kir ku  deriyê sînor ê Til Koçerê ji bo derbasbûna alîkariyan vekin û li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker helwesteke cidî nîşan bidin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û yên girêdayî dewleta Tirk a dagirekr 27ˈê Mijdarê êrişeke berfireh li dijî Heleb û Idlibê dan destpêkirin. Piştî vekişandina hêzên hikumeta Şamê çeteyên HTŞˈê piraniya taxên Helebê dorpêç kirin. Meclisa Gel a Kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo pêşîgirtina li komkujiyan biryara valakirina kantona Efrîn-Şehbayê daye. Li ser vê yekê bi hezaran malbat koçî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Koçberiya ber bi herêmê ve dewam dike.

(bb)

ANHA