Roja serkeftina Kobanê li Bendava Tişrînê pîroz kir

Salvegera 10ˈemîn a serketina berxwedana Kobanê ya li hemberî DAIŞˈê li Bendava Tişrînê hat pîrozkirin.

Roja serkeftina Kobanê li Bendava Tişrînê pîroz kir
26 ÇILE, 2025   15:52
BENDAVA TIŞRÎN

Îro (26 Çile) salvegera 10ˈemîn a serketina berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞˈê ye. Bi vê boneyê gelê Kobanê yê li Bendava Tişrînê nobeta parastinê digire, şahiyek li dar xist.

Gel tevî liv û tevgera balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendavê û tevî êrişên li derdora bendavê xelekên govendê li ber stranên şoreşgerê girand.

Çalakiya nobedariyê ya li gel a li Bendava Tişrînê di roja xwe ya 19ˈan de bi biryardarî dewam dike.

(bb)

ANHA