Kongra Star piştgirî da jinên Iraqî

Kongra Star, li hemberî biryara guhertina yasaya rewşa kesane piştgiriya xwe bi jinên Iraqî re ragihand û diyar kir ku guhertina vê yasayê jin, malbat û siberoja zarokan tehdîd dike, di heman demê de pergala mêrê serdestê pêş dixe.

Kongra Star piştgirî da jinên Iraqî
26 ÇILE, 2025   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star der barê biryara guhertina yasaya rewşa kesî li Iraqê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di demekê de ku têkoşîna jinan a ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê mezin dibe, Parlamentoya Iraqê biryara guhertina yasaya rewşa kesane ya 188 a sala 1959ˈan dide. Ev biryarek gaveke li paş e ku destkeftiyên yasayî û civakî yên jinên Iraqî tehdîd dike. Di heman demê de bi din perdeya taîfiyet û siyasetê de rê li ber pêşxistina cudekarî û newekheviyê vedike.

Em dibînin ku guhertina vê yasayê jinên iraqê tenê eleqedar nake, lê belê tevahî nirxên azad û rûmetê yên jinên civakên me dike armanc. Guhertina vê yasayê wê bandoreke neyinî li jin û malbatê bike, dê siberoja zarokan tehdîd bike, di heman demê de parçebûna civakî ya Iraqê mezintir dike.

Dijî guhertina vê yasayê ku maf û rolên civakî û qanûnî yên jinan asteng dike, em piştgiriyê didin jinên Iraqî. Ev guhertin di çarçoveya siyasetên lawazkirina jinan û pêşxistina pergala hegemoniya zilamê serdest de tê pêkanîn.

Di serî de jinên Iraqî em bang li tevahî rêxistinên jinan û hiqûqî dikin ku hemberî vê êrişa nû ya li dijî mafên jinan bibin yek. Di hema demê de em bang li civaka navneteeweyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan dikin ku ji bo rêgirtina li pêşiya guhertina vê yasayê û ji bo parastina jinên Iraqî ji van binpêkirinan, bi lez bikevin tevgerê.

Têkoşîna jinên Iraqî dengeke ku li hemberî zulm û cudekariyê bilind dibe. Her wiha peyamek li hemberî hewldanên paşguhkirin û biçûkxistinê ye. Em di wê baweriyê de jin bi hêz û îradeya xwe ku nayê şikandin bingeha mîsogerkirina edalet û rûmetê ye. Em ê bi hev re têkoşînê berdewam bikin heya ku bingehên avakirina civakeke azad deyinin ku mafên jinan wekî bingeha azadî û mirovahiyê  werin naskirin."

(bb)

ANAH