Konferansa ji bo Rojava di roja 2’yemîn de didome

Konferansa ku enternasyonalîstên Alman bi dirûşma "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Perspektîfa Demokratîk" lidar dixin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Konferansa ji bo Rojava di roja 2’yemîn de didome
26 ÇILE, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konferansa ku di 25’ê Çileyê de mijarên weke paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ya Konfederalîzma Demokratîk, îdeolojiya Tevgera Jinên Kurd, dîroka çapemeniya Kurd, ekolojî û jineolojiyê hatin nirxandin.

Di heman demê de têkildarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser tesîsên enerjiyê yên li Rojava jî pêşandanên girîng hatin kirin.

Ji Zanîngeha Heidelbergê Prof Dr. Mîchael Haus di rûniştina yekemîn a roja duyemîn a konferansê de bi serenavê "Avakirina Avahiyên Demokratîk" pêşkêşiyek kir. Di vê rûniştinê de qala girîngî û rêbazên avakirina avahiyên demokratîk hat kirin. 

Mijara duyemîn a rojê jî ‘ewlehiya Rojava’ hate destgirtin. Li ser mijarê ji endamek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrîn hatin girtin û li ser birêxistinkirina ewlehî û avakirina avahiyên ji tundiyê dur ên li herêma ku şer lê heye, agahî hatin dayîn. Di nîqaşan de ji bo misogerkirina rê û rêbazên ewlehî, aştî û edaletê nirxandin hatin kirin.