Roja duyemîn a Pêşangeha Şêwekariyê ya li Hesekê bi dawî bû

Roja duyemîn a Pêşangeha "Ji bo piştgiriya behreyên ciwanan" li Hesekê li dar ketiye, bi pêşandana stran û şanoyê bi dawî bû.

Roja duyemîn a Pêşangeha Şêwekariyê ya li Hesekê bi dawî bû
Roja duyemîn a Pêşangeha Şêwekariyê ya li Hesekê bi dawî bû
Roja duyemîn a Pêşangeha Şêwekariyê ya li Hesekê bi dawî bû
Roja duyemîn a Pêşangeha Şêwekariyê ya li Hesekê bi dawî bû
Roja duyemîn a Pêşangeha Şêwekariyê ya li Hesekê bi dawî bû
Roja duyemîn a Pêşangeha Şêwekariyê ya li Hesekê bi dawî bû
Roja duyemîn a Pêşangeha Şêwekariyê ya li Hesekê bi dawî bû
Roja duyemîn a Pêşangeha Şêwekariyê ya li Hesekê bi dawî bû
18 kanûn, 2023   17:49
HESEKÊ

Di roja duyemîn a Pêşangeha "Ji bo piştgiriya behreyên ciwanan" de hunermend, rewşenbîr û şêwekar, endamên Navenda Çand û Hunerê beşdar bûn. 

Îro 110 tabloyên 35 hunermendên şêwekariyê hatin pêşandan, rastiya jinan, cilûbergên herêmê û çanda pêkhateyan, mijarên tabloyan bûn.

Her wiha Koma Çand û Hunerê ya navçeya başûr, Koma Sîpan Xelat ya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê bi pêşandana şano û stranan, pêşangehê dewlemendtir kirin. Naveroka şanoyê li ser rewşa gelan di bin siya felsefeya neteweya demokratîk de bû.

45 tabloyên mezin û 35 tabloyên biçûk ên şêwekar Xezne Ebûd hatin pêşandan.

(şx)

ANHA