Roja duyemîn a Festîvala Şehîd Berçem bi stran û govendê bi dawî bû

Festîvala Şehîd Berçem di roja xwe ya duyemîn de li bajarê Kobanê bi hunerên cuda dewam dike.

7 îlon 2024   22:35
KOBANÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ʹBi tîrêjên rojê hunera jinê geş dibeʹ Festîvala 2ʹyemîn a Şehîd Berçem Efrîn li dar xist. Festîval bi hunerên cuda di roja duyemîn de dewam dike.

Danê nîvro saet 13:00ʹan kurtefilma ʹHêzaʹ a li ser trajediya jina êzidî hat pêşkêşkirin.

Vê êvarê, saet di 18:30ʹan de, girseya şêniyan berê xwe da Qada Şehîd Egîd û beşdarî festîvalê bûn. Vê êvarê stran û govendê ji hêla koma Şehîd Sakîne, koma Gerstêrk, hunermend Yasmîn Esker, hunermend Sumeye Mihemed, koma Şehîd Esmer û koma Şehîd Viyan Soran ve hatin pêşkêşkirin.

Her wiha helbestvana Lîbyayî Asya Lîbya bi rêya online gelek helbest xwendin.

Festîval heta 9ʹê Îlonê dewam dike.

(fr)

ANHA