Erebeyek çeteyan pê li 4 ciwanên Efrînî kir

Erebeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê pê li 4 ciwanan kir, rewşa yekî xeter e.

Erebeyek çeteyan pê li 4 ciwanên Efrînî kir
7 îlon, 2024   22:51
EFRÎN

Çavkaniyekî ji hundirê bajarê Efrînê yê dagirkirî diyar kir ku erebeyeke çeteyên dewleta Tirk adagirker pê li 4 ciwanên ji xelkê Efrînê kir, rewşa yekî xeter e.

Çavkanî anî ziman ev qeza roja duşemê (2ʹyê Îlonê) li bajarê Efrînê li ser rêya giştî ya Heleb-Efrînê pêk hat.

Heman çavkanî diyar kir ku yek ji ciwanên birîndar ê bi navê Zeman Mihemed Seydo (18) di nexweşxaneyek Efrînê de di rewşa hişçûnê de ye. Ew ciwan ji gundê Qîbarê ye, di ling û serê wî de şikestin hene.

Çavkanî destnîşan kir ku yek ji birîndaran ji nexweşxaneyê derket, lê 2 birîndarên din tên dermankirin û rewşa wan baş e.

Çavkanî got çeteyan gef li malbatên ciwanên birîndar xwarin û ew ji aşkerakirina tu agahiyên derbasê pêlêkirinê de hişyar kirin û ji wan xwest ku nebêjin pêlêkirin e, lê qezayek e.

(fr)