Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke gendeliyê ya navxweyî aşkera kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan toreke navxweyî ya ku di binpêkirinên "cidî" de beşdar bû, di nav de îxaneta li dijî baweriya giştî, bikaranîna nebaş a erkan, bazirganiya hişbirê û kiryarên şantajê di hundirê saziyên fermî de, têk bir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn toreke gendeliyê ya navxweyî aşkera kir
14 gulan, 2025   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (14’ê Gulana 2025’an) daxuyaniyek der barê jihevxistina toreke gendeliyê de da. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev gav di çarçoveya sozdayîna fermandariyê ya pêkanîna edaleta civakî, parastina destkeftiyên gel û xurtkirina ewlehî û aştiya civakî de pêk tê. Her wiha hat destnîşankirin ku hêzên wan hemleyên xwe yên têkoşîna dijî diyardeyên bikaranîna şaş a rêveberî û rewşên gendeliyê di hundirê daîreyên fermî de dewam dikin.

Fermandariya Giştî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xebatên şopandin û belgekirinê çend mehan dom kirin û di encamê de gelek kesên destê wan di van binpêkirinan de heye hatin girtin û îtîrafên wan hatin belgekirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn demeke berê ya îro dîmenên lixwemikurhatin kesên destê wan di kiryarên gendeliyê de hene li ser malperên xwe yên fermî parve kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyan kir ku bi aliyên peywendîdar re hevkar bin, tu zêdegavî yan jî diyardeyên bikaranîna şaş a erkê hebin agahiyê bidin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku kontrolkirina saziyên ewlehiyê berdewam bike, pîşeya rêxistinî biparêze û her kesê ku îsbat bibe destê wan di "îxanetkirina baweriya giştî" de heye ji edaletê re veguhêze.

(fr)

ANHA