‘Em kîndariyê red dikin û bi hevgirtinê li hember wê disekinin’

Xelkê bajarê Eyn Îsayê gotinên kîndarî û tehrîdkirina li dijî herêmên Rêveberiya Xweser şermezar kirin û diyar kir ku şêniyên herêmê bi armanca van gotinan dizane û bi hevgirtinê û aştiya navxweyî li hember wê disekine.

‘Em kîndariyê red dikin û bi hevgirtinê li hember wê disekinin’
2 tebax, 2025   06:35
EYN ÎSA

Aliyên dijberî Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk li ser medyaya dîjîtal êrişên tehrîdkirinê yên bisîstematîk dikin. Armanca wan; fitneyan derxin, kîndariyê di nava pêkhateyan de biçînin, aloziyên mezhebî derxin û îstîqrara heyî têk bibin. 

Girêdayî mijarê, welatî Ferhad Şukrî fikarên xwe li hember vê tehrîdkirinê ku mozaîka civakî ya herêmê dike armanc anîn ziman û ev tişt got: "Civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev ne biyanî ne, bi hev re bi hezaran salan jiyane. Şadî û şînî bi hev re parve kirine. Ev civak baş van gefên li dijî yekitiya xwe nas dikin."

Şukrî destnîşan kir ku aliyên derve li pişt van hemleyên tehrîdkirinê ne û armanca wan derbekirina projeya jiyana hevbeş a demokratîk e. Ew kesên wisa dikin temsîla dengê hundir ê Sûriyeyiyan nakin.

Welatî Ehmed El Mûsa anî ziman ku ev xîtabên kîndariyê ji hêla tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ve redkirî ne. Gelê Sûriyeyê armancên wan ên qirêj baş dizane.

El Mûsa bal kişand ser van hemleyên ku dikevin xizmetî aliyên dijberî civaka Sûriyeyê û got bi van gotinên kîndariyê dixwazin mehzeb û etnîkan ji hev parçe bikin.

Ayat El Îsa jî diyar kir ku di demekê de gel li nîşaneyên aştî û îstîqrarê digere zelal bû tehrîdkirina vê dawiyê de bi armanca ku Sûriyeyiyan bikişîne nava çirava şerê navxweyî.

Ayat da zanîn ku ev aliyên dijber hewl didin her projeyek neteweyî ya berfireh a li ser bingeha edalet, azadî û jiyana hevbeş têk bibin.

Di dawiyê de Ayat got: "Bi hemû şêweyên wê em gotinên kîndariyê û nefretê red dikin. Em dibêjin erê ji biratî û hevgirtina di nava gelan de, ji bo avakirina siberojeke ronak li Sûriyeyê. Da ku ev siberoj layiq fedakariyên xelkê Sûriyeyê dane be, rûmeta hemûyan bêyî dûrxistin an jî paşguhkirinê misoger bike."

(fr)

ANHA