‘Rihê hevaltî û fedaîtiyê li Tişrînê bû esasê serkeftinê’

Ji fermandarên berxwedana Bendava Tişrînê Zekeriya Elî got “Em bi hêza xwe bi ser ketin û me bendav bi ser xist. Dijmin têk çû li bendavê û em soz didin gelê xwe ku em ê herêmên dagirkirî jî rizgar bikin.”

‘Rihê hevaltî û fedaîtiyê li Tişrînê bû esasê serkeftinê’
‘Rihê hevaltî û fedaîtiyê li Tişrînê bû esasê serkeftinê’
‘Rihê hevaltî û fedaîtiyê li Tişrînê bû esasê serkeftinê’
‘Rihê hevaltî û fedaîtiyê li Tişrînê bû esasê serkeftinê’
‘Rihê hevaltî û fedaîtiyê li Tişrînê bû esasê serkeftinê’
‘Rihê hevaltî û fedaîtiyê li Tişrînê bû esasê serkeftinê’
9 ÇILE, 2026   15:52
KOBANÊ

Di ser berxwedana Bendava Tişrînê re salek derbas bû ku bi serkeftinê tacîdar bû. Yek ji fermandarên berxwedana Bendava Tişrînê Zekeriya Elî qala berxwedana li bendavê kir. 

Zekeriya Elî got: "Bi ketina rejîma Sûriyeyê re, dewleta Tirk a dagirker dest bi êrişeke li ser qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, piştî ku Minbic ket bin dagirkeriya Tirk, êdî pêlên êrişan ber bi bendava Tişrînê ve jî hatin. Li wir hevalên me jî berxwedaneke bêhempa kir, ji bo ku tenê Bendav nekeve. Ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êriş kir jî, lê ew tûşî berxwedana şervanan bûn.”

Zekeriya anî ziman ku "Bi sozên ku hevriyên me dane, me bendava xwe parast" û wiha berdewam kir: "Armanca dewleta Tirk tenê talankirin bû. Wan dixwest bendavê bigirin da ku gel bê av û kehrebe bikin. Ji lew re jî şervanên me tenê ew soz da û me bendava xwe jî parast. Me xeta şehîdan ji xwe re kir esas û bi wî rengî berxwedanê dest pê kir. Ne tenê li Bendava Tişrînê, di heman demê de li Pira Qereqozaqê û li Dêr Hafirê jî berxwedanên efsanewî pêk hatin. Gelek fermandarên me şehîd bûn, wekî şehîd Ronahî, Gîvara û Çekdar. Ew bûn çavkaniya hêza me û me tenê ew soz da ku em ê xeta wan bişopînin û bi wê yekê re bû hêz û me li hemberî dijmin berxwedaneke bênavber da destpêkirin.”

Elî li ser êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û şerê wan ê taybet jî got: "Di destpêka êrişan de şervanên me fedakariya xwe diyar kir, di bin topbarana zêde û keşfên bênavber de şervanên me li ber xwe da û vê berxwedanê kir ku dijmin êdî bê çare bibe û bi paş ve bikişe. Wan êdî dest bi şerekî ragihandinê kir. Her pesnên xwe didan û xwestin bi wê yekê hêza me hinekî zeîf bikin. Wan digot Heleb ket, Şam ket û rejîm têk çû, yanî xwestin propogandaya xwe bikin. Em bi xwe li ser bendava Tişrînê bûn, lê digotin ew li ser in û wan êdî dagir kiriye. Wan gelek rêbazên wiha bi kar dianîn. Lê dîsa jî bi bin ketin.”

Fermandar Zekeriya Elî wiha pê de çû: "Bi dronên xwekuj êriş dikirin, bi balafirên şer gelek caran êriş dikirin. Li wir êdî piştî êrişa bi balafiran wan, bi bejahî dest bi êrişan dikirin. Me jî amadekariyên xwe kiribûn û me bersiva wan dida, li wir di destpêka Mesakinan de êriş kirin û êrişa wan şikest. Dûre li nêzî tugaya xweser ku berê li ser bendavê bû, li wir jî êriş kirin û bi bin ketin. Li Tepeyê Xirbit Zimara ku li wir di nava hev de êriş dihatin kirin lê êrişên wan hemû bi bin diketin. Di nava wî şerî de jî derfet gelekî kêm bûn, gelek hevalên me yên Tugaya Şehîd Karker, Şehîd Arîn, yên YAT (Yekîneyên AntîTerorê) jî û gelek hêzên din jî derfetên xwarinê gelekî kêm bûn. Nêzî mehekê em bê xwarin û av bûn. Carinan jî nuqteyên hevalan hebû ku cebilxaneya wan kêm bû, wan bi derfetên xwe yên kêm jî bersiv dida.”

Zekeriya Elî anî ziman ku çeteyan danê sibehan gelek êriş dikirin û êvaran winda dibûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Çeteyan di danên sibehan de bi hovane êriş dikir, dûre jî di danê êvarê tu kes tune bû. Di wê demê de êdî hevalên me dest bi çalakiyan kir. Wê demê êdî çete tirsiyan, ji ber ku gelek kuştiyên wan jî çêdibûn. Ji ber tirsê dewleta Tirk mehaneyên çeteyên xwe zêde dikirin, tenê ji bo ew êriş bikin, lê dîsa jî tirsiyan. Êdî bi dronên me yên Yekîniyên Şehîd Harûn re çete gêj bûn. Fermandar Şehîd Bêrîtan ku çeka hewan bi kar dianî, di êrişa keşfê de, dijmin êdî gêj kiribû. Gelek fermandarên din jî hebûn wekî fermandar Ezîz Ereb ku bi berxwedana xwe bûn mînaka Pira Qereqozaqê, di vê berxwedanê de hemû pêkhate bûn yek rih û yek dil. Ji neteweya Ereb bû û berxwedaneke bê navber kir. Gelek hevalên gazî jî hebûn wekî heval Çekdar ku wî birîndar dibirin û teqwiye ji me re dianîn. Bi vê fedakariyê jî şehîd bû. Êdî piştî şehadeta van hevalan, me ew soz da û me got em êdî têkoşîna xwe xurttir bikin."

'EM XWEDÎ LI SOZA XWE DERKETIN'

Zekeriya Elî got li Bendava Tişrînê rihê hevaltî û fedaîtîye bû esasê serkeftinê û wiha got: "Bi hatina gel a bendavê ji bo me pir moral çêbû, ev bû şerê gel ê şoreşgerî. Êrişên çeteyan yên li ser gel bi balafirên şer û bi dronan, lê gel tenê armanca xwe bendav bû. Ruxmî ku gel dizane ew qas şer jî dibe, lê ew ji bo zarokên xwe ber bi bendavê ve hatin. Gelek kes jî li ser bendavê şehîd bûn, Bavê Teyar jî, Edhem û Hêza ku xwediyê keçikeke biçûk bûn û keça xwe li pey xwe hiştin û her du jî li wir şehîd bûn. Lê em soz didin gelê xwe ku xwîna xwe li wir rijandine, em ê nehêlin ku dijmin li ser axa me bijî, em ê bi wan bidin naskirin ku ev xwîn ji bo me soz e û em ê xwedî li wê sozê derkevin.”

Fermandar Zekeriya Elî di dawiyê de got: "Em bi hêza xwe bi ser ketin û me bendav bi ser xist. Dijmin têk çû li bendavê, me berxwedana xwe bi ser xist û em soz didin gelê xwe ku em ê herêmên dagirkirî jî rizgar bikin.”

(ekîb)

ANHA