Li başûrê Quneytîrayê tevgera Îsraîlê

3 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê derbasî gundewarê başûrê Quneytîrayê bûn.

Li başûrê Quneytîrayê tevgera Îsraîlê
9 ÇILE, 2026   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Şahidan ragihand ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ku 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat derbasî gundê Seyda yê başûrê Quneytîrayê bû.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), leşkerên Îsraîlê li xaçerêya gund bendek kontrolê danî û şênî kontrol kirin. Piştre vekişiya baregehên xwe yên li kurahiya Sûriyeyê.

(b)