Parasvanên Şêxmeqsud êrişa çeteyan têk bir

Komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destek dide wan, careke din êrişî taxa Şêxmeqsud kir. Lê hêzên ewlekariyê bersiva tund da û êriş têk bir.

Parasvanên Şêxmeqsud êrişa çeteyan têk bir
9 ÇILE, 2026   15:43
HELEB

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, komên çeteyan îro (9 Çile) saet 13.30’an de 2 caran hewl dan bi piştgiriya tangan û çekên giran ji aliyê Çerxerêya Zeytûnê ve bikevin taxa Şêxmeqsud. Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxê bersiv da û pevçun derket. 

Di encama pevçûnan de çeteyan derbeyên giran xwarin û êriş hat şikandin, komên çeteyan qedemeyekê paşve vekişiyan.

Li hemberî taxê êrîşa bi çekên giran didome.

(ekip)

ANHA