Rêyên Dêrazorê tên sererastkirin 

Li Kantona Dêrazorê rêyên di navbera bajarok, bajar û gundan de, her wiha peyarê tên sererastkirin.

Rêyên Dêrazorê tên sererastkirin 
Rêyên Dêrazorê tên sererastkirin 
Rêyên Dêrazorê tên sererastkirin 
Rêyên Dêrazorê tên sererastkirin 
Rêyên Dêrazorê tên sererastkirin 
Rêyên Dêrazorê tên sererastkirin 
Rêyên Dêrazorê tên sererastkirin 
29 gulan, 2024   09:00
DÊRAZOR

Yekîtiya Şaredariyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li Kantona Dêrazorê dest bi sererastkirina rêyên xirabe yên navbera gund, bajarok û bajarokan de û peyarêyên li kolanan kir. 

Hevserokê Komîteya Xebatan a Yekîtiya Şaredariyan Wehab El Bişar derbarê mijarê de agahî dan ANHA’yê û destnîşan kir ku xebatên wan ji rojavayê kanotnê dest pê kirine.

El Bişar, anî ziman ku şaredarî rêyên çandiniyê û yên li rojavayê kantonê bi kevirên hûr (xîz) dadigire û sererast dike. Rêyên xirabe yên navbera gund, bajarok û bajaran de jî sererast û zift dike.

Webah El Bişar diyar kir ku piştî bidawîkirina xebatên sererastkirinê yên li rojavayê kantonê, dê dest bi sererastkirina rêyan û peyarên bajarok û bajarên bakur û rojhilatê kantonê bikin.

(şx/a)

ANHA