QSD nasnameya 2 şehîdan aşkera kir

Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameya 2 şervanên xwe aşkera kir ku li kantona Dêrazorê şehîd bûne.

QSD nasnameya 2 şehîdan aşkera kir
29 gulan, 2024   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "2 şervanên me di qezeyekê de dema erka xwe ya leşkerî dianîn cih li Dêrazorê şehîd bûn.

Şervan Armanc (Eymen Osman Kor) û Mihdî (Hesen Mihemed El Debûs) di qezeyeke trafîkê de li herêma kargehan a bakurê Dêrazorê şehîd bûn.

Em sersaxî ji malbatên her du şehîdan re dixwazin. Em ê rêya wan berdewam bikin ta ku hêviyên wan bînin cih.

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Armanc

Nav û paşnav: Eymen Osman Kor

Navê dayîkê: Bedîa

Navê bav: Osman

Cihê û dîroka ji dayîkbûnê: Kobanê, 1997

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Kargeh-26-5-2024

 Nasnav: Mihdî

Nav û paşnav : Hesen Mihemed El Debû

Navê dayîkê: Şemse

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dêrazor -1998

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Kargeh-26-5-2024"

(şx)