Rêya Tebqa-Selemiyê îro jî girtî ye

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ev 9 roj e rêya di navbera Tebqa û bajarê Selemiyê yê parêzgeha Hemayê de girtiye.

Rêya Tebqa-Selemiyê îro jî girtî ye
15 cotmeh, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 5`ê Cotmehê rêya Tebqa-Selemiyê li ber çûn û hatina rêwiyan girt.

Ajokar diyar kir ku ew ji neçarî berê xwe didin hin rêyên din û bi rêya qaçaxçiyan derbas dibûn, lê hêzên hikumetê ew rê jî girtin.

Rêya Tebqa-Selemiyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve vekirî ye û rojane bi dehan wasayît hewl didin derbas bibin, lê ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve têne astengkirin.

(k)