HPG’ê 6 gerîlayên şehîd bi bîr anîn

HPG-NRÇ’ê 6 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, “16 û 19’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihiştin şehadetê û bûn nemir.”

HPG’ê 6 gerîlayên şehîd bi bîr anîn
15 cotmeh, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:

“Di demeke welê de ku li dijî artêşa Tirk a dagirker têkoşîna me ya azadiyê gihişt lûtkeyê û destan nivîsandin, hevrêyên me Merdan, Cûdî, Azad, Sebrî, Masîro û Rêzan 16 û 19’ê Hezîrana 2023’yan di êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihiştin şehadetê û bûn nemir. Hevrêyên me Merdan, Cûdî, Azad, Sebrî, Masîro û Rêzan bi nirxên ku li pêşketina têkoşîna me ya azadiyê zêde kirine, navê xwe li dîroka azadiyê ya gelên me nivîsandin. Em wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Milîtanê pêşeng ê gelê me hevrêyê me Merdan welatparêziya kûr û bi kok a Rojhilatê Kurdistanê girt û hat çiyayan. Dirûstî, saftî û fedayîtî di kesayeta xwe de temsîl kir. Hevrêyê me li qadên herî dijwar ên şer bi cesaret û sekna xwe ya ku bawerî dida, derket pêş. Hemû wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Hevrêyê me Merdan weke şopdarê şehîd Simko Serhildan, şehîd Nûrî Yekta û şehîd Rêzan Cawîdler endamê fermandariyekê bû û hêviya siberojê dida. Mîna têkoşîna xwe dê bi şehadeta xwe jî her tim pêşengiyê ji me re bike.

Hevrêyê me Cûdî bi dilsoziyeke xurt ked da Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Ji bo nirxên bi hezaran şehîdên me mezin bike, hewldanek mezin raber kir. Hevrêyê me bi fedakarî û kesayeta xwe ya sade di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Li her xebatê bi rengekî herî baş milîtantiya Apoyî temsîl kir. Heya kêliya dawî ya têkoşîna xwe li ser xeta milîtaniya Apoyî jiyan kir û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê ji me re hişt. Bîranîna hevrê Cûdî dê weke meşaleyeke ku ti carî navemire, rêya me ronî bike.

Hevrêyê me Azad bi bawerî û fedakariyeke tam tevlî têkoşîna me ya azadiyê bû û tevahiya hemû jiyana xwe ya şoreşgeriyê ev sekna xwe parast; bi kesayeta xwe ya wêrek, kedkar û fedakar hêz da têkoşîna me ya azadiyê. Hevrêyê me daxwaza xwe ya azadiyê ji Rojava gihand çiyayên Kurdistanê. Bi têkoşîn û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriyê, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.

Hevrêyê me Sebrî Kobanê bi îdîayeke mezin dest bi jiyana gerîla kir û bû xwedî têkoşîneke bênavber. Bi fedakarî û tevlîbûna xwe ya dirûst di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Li her qadê ji bo bigihije armancên xwe, pir xebitî û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me ji bo li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gelê me û Tevgera me tên ferzkirin, darbe li dijmin bixe ket nava lêhêrbûnên kûr. Bi kêrhatinên xwe yên leşkerî û pisporiya ku di warê îdeolojîk de gihiştiyê, weke milîtanek pêşeng bi rola xwe rabû.

Ewladê hêja yê gelê me yê Ereb û şoreşgerê enternasyonal hevrê Masîro, ji gava ku tevlî nava refên gerîla bû heya şehadetê bû xwedî tevlîbûneke bêteredut û meşeke bênavber. Hevrêyê me Masîro baweriya xwe ya ji serketinê re di tevahî jiyana xwe de nîşan da û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Têkoşîna xwe ya azadiyê ya ku li Rojava tevlî bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku berxwedanên destanî lê dihatin raberkirin, mezin kir. Hevrêyê me bi têkoşîna xwe di navbera gelan de bû pir û armanca wî ya herî mezin ew bû ku rastiya Rêber Apo bi hemû gelên cîhanê bide naskirin. Hevrêyê me Masîro bi vê armanc û sekna xwe wezîfeyên ku divê teqez bên biserxistin, weke talîmat ji me re hişt. Em soz didin ku ji hevrêyê xwe Masîro re bibin bersiv.

Hevrêyê me Rêzan ku bi welatparêziya qedîm a Botanê mezin bû, ji bo nirxên azadiyê yên gelê me biparêze bi fedakariyeke mezin tevlî her xebatê bû. Ji Botanê heya Şengalê, ji Şengalê heya çiyayên azad bû xwediyê têkoşîneke bêhempa. Hevrêyê me bi saya tevlîbûna xwe ya sade, hevrêtiya xwe ya samîmî û felsefeya Apoyî di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Li her qadê bi kedkariya xwe û tevlîbûna xwe ya bi moral wezîfeyên xwe yên milîtantiya Apoyî bêkêmahî bi cih anî. Hevrêyê me zindîkirina xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd, weke armanca xwe ya herî mezin diyar kir. Bi cesareta xwe ya zêde, tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê û ruhê fedayî yê Apoyî weke gerîlayekî azadiyê yê serketî ji me re bû mînak.

Ewladên bi wêrek ên gelên me yên Ereb û Kurd hevrêyên me Merdan, Cûdî, Azad, Sebrî, Masîro û Rêzan bi têkoşîn û şehadeta xwe gelên me gihandin siberojên azad. Di serî de malbatên wan ên hêja em ji gelên xwe yên Kurd û Ereb ên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Merdan Tolhildan

Nav û Paşnav: Kerîm Xezayî

Cihê Jidayikbûnê: Xoy

Navê Dayik – Bav: Esmer – Xadir

Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023’yan / Herêmên Parastinê Yên Medyayê

Nasnav: Cûdî Yilmaz

Navê û Paşnav: Bariş Kaplan

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayik – Bav: Zahîde – Niyazî

Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023’yan / Herêmên Parastinê Yên Medyayê

Nasnav: Azad Qendîl

Nav û Paşnav: Basil Kindî

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Navê Dayik – Bav: Fehîme – Ferîd

Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023’yan / Herêmên Parastinê Yên Medyayê

Nasnav: Sebrî Kobanê

Nav û Paşnav: Diyar Şêx Beha

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayik – Bav: Emîne – Enwer

Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Hezîrana 2023’yan / Herêmên Parastinê Yên Medyayê

Nasnav: Masîro Dêrik

Nav û Paşnav: Hasan Ahmed Avdullah

Cihê Jidayikbûnê: Dêrezor

Navê Dayik – Bav: Sehat – Ahmed

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Hezîrana 2023’yan / Herêmên Parastinê Yên Medyayê

Nasnav: Rêzan Serdem

Nav û Paşnav: Cengîz Sevaci

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik – Bav: Ayşe – Xelîl

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Hezîrana 2023’yan / Herêmên Parastinê Yên Medyayê