Rêxistinên mafê mirovan: Jiyana Werîşe û Pexşan di xeteriyê de ne

Rêxistinên Mafê Mirovan bal kişand ser xeteriya li ser jiyana girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî û ev got: “Xeteriyek mezin heye ku cezayê bidarvekirinê yên li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bên bicihanîn.”

Rêxistinên mafê mirovan: Jiyana Werîşe û Pexşan di xeteriyê de ne
4 adar, 2025   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

17 Rêxistinên Mafê Mirovan têkildarî cezayê darvekirinê yên li girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî, nameyek ji bo Elmanya û Parlementoya Elmanya û Rêxistinên MAfê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kiriye.

Di nameyê de bal kişandiye ser xeteriya bicihanîna cezayê darvekirinê yên li girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatine birîn û ev hate gotin: “Daxwaz li Elmanya, Parlementoya Ewropa û Saziyên Mafê Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî dikin xwedî helwest bin ji bo rizgarkirina herdu girtiyên siyasî. Werîşe û Pexşan ji bo parastina mafê mirovan kar kirine, bi hincetên bê bingeh cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Ev ceza tê wateya binpêkirina mafên esasî yên mirovan. Îran bi rengekî sîstematîk cezayê bidarvekirinê ji bo serkutkirin bikar tine. Daxwaz ji civaka sivîl a Îranê dikin ku piştgirî bidin bangên tên kirin, dijî stemkariya Îranê xwedî helwest bin.”

Nave saziyên mafê mirovan name îmze kirine wiha ne:

Adpot a Revolution

Bahá’í-Gemeinde in Deutschland K.d.ö.R.

Deutscher Frauenrat

EU Watch

http://HÁWAR.help

Hengaw

Internationale Gesellschaft für Menschenrechte (IGFM) – Deutsche Sektion e.V.

Kabul Luftbrücke

Kurdische Gemeinde Deutschland e.V.

#LeaveNoOneBehind

Narges Foundation

No to Execution, Yes to Free Life

Resqship e.V.

Sea-Eye e. V.

Sea-Watch e.V.

Stimmen der Solidarität – Mahnwache Köln e. V.

ver.di Jugend