‘Jin bi hevgirtinê dikarin civaka azad ava bikin’

Kongra Star a Helebê di civîna xwe de bal kişand ser rola jinan ya di avakirina civakan de û têkoşîna li dijî koletî û hişmendiya baviksalarî û gotin: “Jin bi hevgirtina xwe dikarin civakeke azad, siyasî û demokratîk ava bikin.”

‘Jin bi hevgirtinê dikarin civaka azad ava bikin’
‘Jin bi hevgirtinê dikarin civaka azad ava bikin’
‘Jin bi hevgirtinê dikarin civaka azad ava bikin’
‘Jin bi hevgirtinê dikarin civaka azad ava bikin’
‘Jin bi hevgirtinê dikarin civaka azad ava bikin’
‘Jin bi hevgirtinê dikarin civaka azad ava bikin’
‘Jin bi hevgirtinê dikarin civaka azad ava bikin’
4 adar, 2025   19:20
HELEB

Bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê (8'ê Adarê) Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star a Helebê civînek bi dirûşma "Bi feslefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" li dar xist.

Civîn li hola Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya bi dehan jinên ji Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin.

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Hêvîn Mûsa di civînê de axivî û bal kişand li ser têkoşerên jin.

Hêvîn Mûsa got: "Em hewl didin jinan ji hemû pêkhate, çand û olan kom bikin da ku têkilî û girêdana di navbera wan de xurt bibin.

 Jin bi yekbûn û hevgirtina xwe dikarin civakeke azad, siyasî û demokratîk ava bikin. Di Sûriyeya pêşerojê de jî divê sîstem demokratîk ve û hemû jin tê de beşdar bin."

(mh)

ANHA