Aloziyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Tirkiyeyê de kûr dibin

Desthilata Tirk a dagirker ji ber rexneyên Tehranê yên li dijî siyasetên Enqereyê bi cîgirê balyozê Îranê re civiya.

Aloziyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Tirkiyeyê de kûr dibin
4 adar, 2025   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê wezareta derve ya dewleta Tirk a dagirker da zanîn ku Enqere bi cîgirê balyozê Îranê re civiya û ew agahdar kir ku mijarên siyasetên derve nabe wekî amûreke siyasetên hundirîn werin bikaranîn. Ew jî ji ber rexneyên Tehranê yên aşkere yên li dijî siyasetên Enqereyê ye.

Berî wê jî wezîrê derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fidan hişyarî da Îranê ku aramiya Sûriyeyê têk bibe.

Duh jî wezîrê karên derve yê Îranê bi balyozê dewleta Tirk a dagirker re civiyabû.

Îranê daxuyaniyên Fidan ên der barê siyasetên derve yên Îranê de, red kiribû.

(mh)