Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî ‘Doza Kobanê’ daxuyanî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk destnîşan kir ku AKP bi rêya cezayê li siyasetmedaran hatiye birîn, dixwaze rastiya piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞ`ê veşêre û derbeyê li demokrasiyê û biryarên dadgehên Ewropayê bide.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî ‘Doza Kobanê’ daxuyanî da
17 gulan, 2024   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî biryara dadgeriya dewleta Tirk a li dijî siyasetmedarên Kurd û Tirk daxuyaniyeke nivisî weşand. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan bi rêya biryarên wiha dixwaze gelên Tirkiyeyê bixapîne, êrişên xwe yên li Sûriye û Iraqê rewa bike û doza darizandina siyasetmedaran wek “doza terorê” nîşan bide, ji bo ku têkiliya xwe ya bi DAIŞ`ê û rêxistinên terorîst re veşêre.

Daxuyaniyê bal kişand ser cezayê li siyasetmendaran hatiye birîn û hate gotin: "Ev biryar diyar dike ku AKP dixwaze rastiya piştgiriya xwe ya ji DAIŞ`ê re veşêre. Di heman demê de derbe li demokrasiyê û biryarên dadgehên ewropî bide ku banga serbestberdana Selahattîn Demirtaş û hevalên wî kir.”

Di daxuyaniyê de biryara li dijî siyasetmedaran hate şermezarkirin, her wiha bang li aliyên hiqûqî hate kirin ku piştgiriya hêzên demokratîk bikin da ku rastiyên ku AKP vedişêre, aşkera bikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku doza Kurd li Tirkiyeyê, dozeke adil e û divê li gorî destûreke demokratîk bê çareserkirin û bêyî wê tu ewlehî li herêmê pêk nayê û divê ev rêxistin fişarê li dewleta Tirk bikin ji bo ku dev ji siyasetên xwe berde.

Her wiha li hember hewldanên li dijî gelan, di daxuyaniyê de banga hevgirtinê hate kirin.

(şx)