Bertekên li hember hedefgirtina rojnamevanan berdewam in
Bertekên li hember êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeya rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê berdewam in.
Gelek rêxistinên sivîl, yên têkildarî rojnamegeriyê û ragihandinê bi daxuyaniyên cuda hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji rojnamevanan re şermezar kir.
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan berdewama êrişa salekê ya li dijî ekîba Jin TV ye û dewleta Tirk a dagirker ku di êrişên xwe yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê de têk çûye, dixwaze bi van êrişan têkçûyîna xwe veşêre.
YRA`yê helwesta hikumeta Federal a Iraqê û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di êrişên dewleta Tirk a dagirker de, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên wê ku di qanûnên xwe de êrişên li dijî rojnamevanan qedexe dikin, şermezar kir.
YRA`yê sersaxî da malbatên her du şehîdan û bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir ku erka xwe pêk bînin, li dijî delweta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin û bêdengiya wan wek hevkariya bi kujeran re binav kir.
Her wiha Meclisa Jinan a Sûriyayê êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî jinan û rojnamevanan şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan, rêxistinên têkildarî rojnamegerî û rojnamevanan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk bêhelwest nemînin.
(şx)