Ji TEV-DEM‘ê banga ji bo Iraqê: Statuya Şengalê nas bike

TEV-DEM‘ê bang li hikumeta Iraqê kir ku statuya Şengalê nas bikin, her wiha bang li tevahî hêzên neteweyî û siyasî yên Kurdistanê kir ku zextê li PDK‘ê bikin bila dest li kar û barên Şengalê wernede.

Ji TEV-DEM‘ê banga ji bo Iraqê: Statuya Şengalê nas bike
2 tebax 2024   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 10‘an a fermana 3‘yê Tebaxê ya li ser Şengalê, daxuyaniyek nivîsekî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên Şengalê hatin bibîranîn û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ku desta madî û nanewî dane Şengaliyan hat silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:  "10 sal di ser komkujiya herî hovane ya li dijî mirovahiyê re derbas bûn. 3‘yê Tebaxa 2024‘an pergalên despotî û terorîst ên newêrek hewl da  civaka êzidî ya li Şengalê bikin qurban û vê civakê bi destê DAIŞ‘ê di qirkirinê re derbas bikin. Komkujiya li Şengalê bi destekek mezin a hin dewletên herêmê, di serî de dewleta Tirk a dagirker a bi serkêşiya AKP‘ê ya faşîst hat kirin. PDK‘ê bi awayekî aşkere destek da DAIŞ‘ê di qetilkirin, qirkirina çandî û baweriya herî qedîm a di dîrokî de. Em vê yekê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê dibînin.

Dewleta Tirk a faşîst bi hemû rêbazên leşkerî û terorî hewl dide civaka êzidî tune bike da ku herêma Şengalê û deşta Nenewayê dagir bike. Her wiha armanc dike herêm bê êzidî, xiristiyan û eşîran bihêle."

Di dauxuyaniyê de têkildarî PDK‘ê de jî hate gotin: "PDK xiyanet li dîrok û mîrasa berxwedanê kir. Xiyanet li civaka êzidî kir  û bû sedema qetilkirin û revandin û firotina jin û zarokan. Her Şengalê û mîraseya wê ya dîrokî, çandî û exlaqî bêyî şerm wekî diyarî da terora DAIŞ‘ê."

Her wiha îşaret bi vê yekê hate kirin ku PDK‘ê li dijî îradeya êzidiyan bi dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst re tevkariyê dike .

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Siyaseta PDK‘ê îsbat kir ku têkiliyên wê yên bi komên îslamî yên tundraw re xurt in, lew ra li pêşberî çavê civaka Kurdistanê û tevahî hêzên siyasî û nîştimanî dest ji parastina êzidiyan û nirxên wê yên exlaqî berda. Îro jî ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker a faşîst û ji bo belavkirina teror û çeteyan aşkera dest ji nirxên gelê Kurd berdide. PDK li deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê bendên kontrolê yên terorîstan ava dike.  Hesapnepirsîna ji vê partiyê ji ber sûcên wê yên li dijî civaka êzidî ya li Şengalê hişt ku qatil û sûcdarên şer û komên terorîst ên li sûc û komkujî li Şengal, Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê kirine, ber bi herêma Dihokê ve bikişîne."

Di daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên neteweyî hat kirin ku li dijî dagirkerî, teror û xayînan çalakiyan li dar bixin.

Di daxuyaniyê de berxwedana civaka êzidî ya Şengalê hat silavkirin û bang li êzidiyan li kampan hat kirin ku vegerin Şengalê û ji bo parastina nirxên xwe yên dîrokê têkoşînê geş bikin.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku îrade û statuya êzidiyên Şengalê nas bike û hate gotin: "Divê hikumeta Iraqê ji bêdengiya xwe derkeve. Mijulbûna wê ya bi xwe li Bexdayê ne çareserî ye. Divê bi lez çareseriyan li gorî rêgez û nirxên demokartîk ên nîştimanî peyda bike û statuya Şengalê wê înisiyatîfeke êrênî ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkên Iraqê qebûl bike. "

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên nîştimanî, siyasî, Kurdistanî, iraqî, rêxistinên hiqûqî û sivîl hat kirin ku zextê li PDK bikin bila dest li kar û barên Êzidiyên li Şengalê wernede û hate gotin:  "Baweriya civaka êzidî bi siyasetên binkeftî yên rêveberiya PDK nayê. PDK‘ê ku xizmeta dewleta Tirk a dagirker a faşîst dike roleke xeternak di dosyaya çarenûsa gelê me yê Kurd de dilîze."

(bb)