ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2024
6 tebax 2024   02:00

Şêniyên bajarê Holê û Til Hemîsê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku azadî û hebûna wan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û li ser vê esasê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bikeve dê çalakiyên wan ranewestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rewşenbîr Elî Kerîmî bal kişand ku metirsiya herî mezin a vê pêvajoyê ew e ku destkeftiyên li Başûr û Rojava têk biçin û got: “Ger ku em hevgirtî bin û bikarin hêzekê li dijî Barzanî, xiyanetkar û dagirkeran ava bikin em ê planen wan têk bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku Efrîn dagir kiriye, 500 hezar darên zeytûnan û zêdetirî 21 milyon darên din birîne.

Di plansaziya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de girîngî ji bo sivikkirina barê lêçûna dermankirinê ji bo şêniyan û pêşxistina xebata derçûyiyên fakulteyên tıbê hat dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li bajarê Qamişloyê meşeke ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve meşek tê lidarxistin. Meş ji çexerêya Osman Sabrî dest pê dike, saest 18.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)