Saziyên rewşenbîran wê avakirina sîwaneyekê gotubêj bikin

5 saziyên rewşenbîrî yên Kurd ragihandin ku ji bo avakirina sîwanekê (yekitiyekê), dê li bajarê Qamişlo di 7`ê Adarê de komxebatekê li dar bixin.

Saziyên rewşenbîran wê avakirina sîwaneyekê gotubêj bikin
2 adar, 2025   13:29
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê (Y.N.K.S), Yekitiya Giştî Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê (YNRKS) û Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê ji bo ragihandina lidarxistina komxebatekê li bexçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişlo civîneke çapemenî li dar xist.

Di civînê de daxuyanî ji aliyê Serokê HRRK`ê Ehmed Huseynî ve hat dayîn.

Ehmed Huseynî eşkere kir ku rewşenbîr û nivîskarên Kurd ji bo avakirina yekitiyekê dê di 7` Adarê de komxebatekê li hola Zana ya bajarê Qamişlo birêxistin bike.

Li gorî daxuyaniyê bendên ku wê li ser nîqaş di komxebatê de bên pêşxistin wiha ne:

1- Rola rewşenbîrên Kurd di rêgirtina ber gotarên zikreşiyê de li ser asta Sûriyeyê û bi taybet ji bo Kurdan.

2- Rola yekitiyên nivîskaran û rewşenbîrên Kurd di avakirina xebateke hevbeş de.

3- Rola rewşenbîrên Kurd di pêşxistina xebatê ji bo avakirina yekrêziya Kurdî de.

Civîna çapemaniyê bi pirsên der barê komxebatê de bi dawî bû.

(re/bb)

ANHA