Li Tirbespiyê 69 şehîd hatin bibîranîn

69 cangoriyên azadiyê yên mehên Mijdar, Kanûn, Çile û Sibatê hatin bibîranîn.

Li Tirbespiyê 69 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 69 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 69 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 69 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 69 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 69 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 69 şehîd hatin bibîranîn
2 adar, 2025   13:21
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Tirbespiyê ji bo bîranîna 69 şehîdên mehên Mijdar, Kanûn,, Çile û Sibatê merasîmek li dar xist.

Merasîm li Hola PYD’ê bi beşdariya bi dehan xizmên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl bi rêzgirtinê dest pê kir.

Endamê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kantona Cizîrê, Mihemed Cemîl axivî û diyar kir ku  hebûna wan bi saya şehîdan e û axaftina xwe wiha domand "Em niha 69 cangoriyan bi bîr tînin. Van cangoriyan ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine. Tevgera me bi şehîdan dest pê kir. Îro jî dest keftiyên ku hatine bi dest xistin, bi keda van lehengan e."

Mihemed Cemîl bal kişand ser banga dîroka ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha dom kir: " Bi hezaran mirov li benda banga Rêber Abdullah Ocalan bûn, ji bo tevahî gelan bû ronahiyek, Rêbertî bi banga xwe ya dîrokî dixwaze aştî li tevahî Rojhilata Navîn çêbibe."

Di dawiyê de wesîqeyên 69 şehîdan hatin xwendin û senevizyonek bi wêneyên şehîdan hate pêşandan.

(ex/bb)

ANHA