Rewşenbîrên Dirbêsiyê: Em dixwazin Rêber Apo bibînin

Rewşenbîrên Dirbêsiyê diyar kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got felsefeya wî temsîla çareseriya îdeal a pêkanîna aştiyê, bicihanîna nirxên mirovî û exlaqî yên civakê dike.

Rewşenbîrên Dirbêsiyê: Em dixwazin Rêber Apo bibînin
2 tebax, 2025   02:35
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Di çarçoveya bangên hemû beşên civakê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan de, ajansa me nêrînên rewşenbîrên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê girtin. Rewşenbîran diyar kir ku ew dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re bicivin, pê re sohbetê bikin û fikran jê wergirin.

Girêdayî mijarê, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Mihemed El Hisên diyar kir ku “fîlozofê neteweya demokratîk Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir navendek ji bo pêkanîna aştiyê li cîhanê”.

El Hisên destnîşan kir ku “felsefeya Rêber Apo felsefeyeke berfireh e banga azadiya mirovan dike, exlaq û siyaset, çand û exlaqê bi hev ve girê dide û girîngiyê dide her sê têgehên bingehîn; exlaq, azadî û berpirsyariyê”.

El Hisên anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan fîlozofekî mezin e û mirov dixwazin bi kesayetên wiha re bicivin û bibînin. El Hisên diyar kir ku piştî xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan nêrîna wî ji mijaran re hat guhartin.

Berdevka Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Stêra Îyo got Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de cih daye nirxên mirovî û exlaqî ku rêya ber bi pêşveçûn û pêşketinê ve ye.

Stêrayê got: "Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo kiriye, xwînrijandin sekinand û rêya pratîzekirina siyaseta demokratîk ji bo ku gelê Kurd mafên xwe bi dest bixin, vekir."

Stêra di dawiyê de got “Bi kelecan dixwaze Rêber Apo bibîne, pê re sohbet bike, fikir û zanînê ji nîqaşên wî wergire”.

(fr)

ANHA