Li Efrînê şêniyek bi guleyên nişteciyekî birîndar bû

Li gundewarê Efrînê şêniyekî Kurd bi guleyên nişteciyekî ji herêma Ebû Zihûr ya Idlibê birîndar bû.

Li Efrînê şêniyek bi guleyên nişteciyekî birîndar bû
1 tebax, 2025   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyê Kurd Gîvara Hesen ê ji gundê Cûqê yê Mabata ya girêdayî bajarê Efrînê yê dagirkirî, bi guleyên nişteciyekî ji herêma Ebû Zihûr ya girêdayî Idlibê birîndar bû.

Li gorî agahiyan, kesê niştecî pere bi deyn ji Gîvara  Hesen xwest, dema wî neda yê niştecî guleyek li lingî Gîvara da û birîndar kir. Gîvara Hesen rakirin nexweşxaneyê, yê niştecî jî reviya.

(k)