Şêniyên Helebê: Banga Rêbertî bangeke neteweyî ye

Şêniyên Helebê diyar kir ku desthilata Tirk ji bo nêrîna xwe ferz bike di xeta leşkerî de bi israr e û ev jî piştrast dike ku ne amade ye siyasetên xwe li hemberî pirsgirêka Kurd biguherîne. Şêniyan got "Divê dewleta Tirk nêzîkatiya xwe ji nû ve binirxîne."

Şêniyên Helebê: Banga Rêbertî bangeke neteweyî ye
7 gulan, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de ji bo bidawîkirina şer û aloziyan banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ragihandibû. Lê dewleta Tirk der barê vê bangê de tu gav neavêtiye, zêdetirî vê yekê êrişên xwe yên li ser qadên Parastinê yên Medyayê didomîne û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku divê dewleta Tirk ji bo bersivandina vê bangê gavên cidî biavêje.

Jina bi navê Kefaa Mihemed banga Rêber Abdullah Ocalan bi "Banga Neteweyî" nirxand û diyar kir ku ev bang pirsgirêka Kurdî tenê eleqedar nake, lê belê girêdayî tevahî pêkhateyên herêmê ye.

Kefaa Mihemed bi bîr xist ku desthilata Tirk hîna jî bi siyasetên xwe yên înkarê ve girêdayî ye û nasnameya Kurdî nas nake û wiha pê de çû: "Desthilata Tirk Rêber Abdullah Ocalan azad nekiriye û êrişên xwe didomîne. Ev jî dide xuyakirin ku dixwaze bi rêya hêza leşkerî şer kûrtir bike da ku armancên xwe bighîne serî."

Menaf Cafer jî bal kişand ser helwesta gel a der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de û got: "Di çarçoveya pêngava "Bi jiyana azad re rojek diyalog" re çalakî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin lidarxistin. Armanca banga Rêbertî bidawîkirina aloziyên siyasî û bi rêya çareseriyên aştiyane pêkanîna aramiyê li Rojhilata Navîn e."

Menaf Cafer da zanîn ku desthilata Tirk di ferzkirina nêrîna xwe de hîna bi vebijêrka leşkerî de bi israr e û got ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk ne amade ye siyasetên xwe yên kevin li hemberî pirsgirêka Kurd biguherîne.

Cafer got, gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah tê bikoşe.

Jina bi navê Henîfe Hacî jî da zanîn ku banga Rêber Abdullah Ocalan bandoreke diyar li ser dîmena giştî ya Rojhilata Navîn kir û der barê helwesta desthilata Tirk de jî got: "Desthilata Tirk hîna ne amade ye ku dest ji xeta leşkerî berde û hewldanên xwe yên jiholêrakirina nasnameya Kurdî didomîne."

Henîfe Hacî destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî be da ku nasnameya xwe biparêze û wiha got: "Kurdî êdî bêtir xebata siyasî nas kirine, divê Tirkiye ji bo ku ji encamên ku dikarin aramiya wê ya navxweyî bixin xeterê dûr bikevin, nêzîkatiya xwe ji nû ve binirxîne."

(bb)

ANHA