Efrîniyekî ji ber êşa demdirêj a îşkenceyê wefat kir

Welatiyê bi navê Zekî Menan Fayiq, ji ber lêdan û îşkenceyê di dema dagirkirina Efrînê de ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, jiyana xwe ji dest da.

Efrîniyekî ji ber êşa demdirêj a îşkenceyê wefat kir
15 kanûn, 2025   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku welatî Zekî Menan Fayiq (39) ê ji gundê Miskê Jorînê yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê, duh piştî nexweşiyeke demdirêj a ji ber îşkenceyê di nexweşxaneyeke Şamê de wefat kir.

Li gorî rêxistinê, di dema dagirkirina Efrînê de bi destê komên çete ku serçeteyê wan Ebû Fewaz El Dêrî yê ji Dêrazorê ye, Fayiq hatibû îşkencekirin.

Rêxistinê diyar kir ku piştî Zekî red kir ku mal û milkên xizmên xwe yên koçber radstî çeteyan bike, hat îşkkencekirin.

Di dawiyê de rêxistinê destnîşan kir ku şopên îşkenceyê yên li ser Zekî bûn sedem ku tenduristiys wî xerab bibe, nexweş bibe û di dawiyê de jiyana xwe ji dest bide.

(fr)